Ozgur Ozel: Kurdên li Sûriyeyê xizmên me yên herî nêzîk in

Hewlêr (Rûdaw) - Ozgur Ozel diyar kir ku hemû Kurdên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û yên li Bakurê Kurdistanê xizmên wan ên herî nêzîk in.

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel di çarçoveya serdanên xwe yên herêma erdhejê de Serokatiya CHPyê ya Antakyayê ziyaret kir.

Ozgur Ozel li wir ji alîgirên xwe re axivî û li ser rewşa Sûriyeyê û Kurdan peyamên girîng dan.

“Kurd xizmên me yên herî nêzîk in”

Ozgur Ozel bal kişand ser pêkhateyên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û anî ziman:

“Em li Sûriyeyê ji Tirkmenan jî, ji Ereban jî, ji Kurdan jî û ji Suniyan jî hez dikin.

Xizmên me yên Elewî can û xwîna me ne.

Hemû Kurdên ku li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê (Bakurê Kurdistanê) dijîn yan jî yên li Sûriyeyê ne xizmên me yên herî nêzîk in.”

Ozgur Ozel li ser hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê yên li Hatayê ku CHP bi ser neketibû rexne li xwe girtin û da zanîn:

“Me derseke mezin sitand. Di pêvajoya li pêşiya me de em wekî CHPyê dê Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê qezenc bikin ku em careke din nedin.”

“Em dê bibin partiya yekem”

Serokê CHPyê destnîşan kir ku ew dê di hilbijartinên pêş de li Hatayê û li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bibin partiya yekem.

Wî da zanîn ku ew dê hejmara parlamenterên xwe zêde bikin û şaredariyan bi dest bixin.

Ozgur Ozel ji bo paşeroja Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî daxwazên xwe wiha rêz kirin:

“Em ji bo Sûriyeyeke ku bi Kurd, Tirkmen, Elewî, Sunî û Durziyên xwe ve destûreke ku her kesî li xwe bigire hebe, can û malê xelkê lê parastî be û kes bi tirs serê xwe nede ser balîfê têdikoşin.”

Ozel di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku Hatay bajarê şaristanî û biratiyê ye û ew partiya aştî û biratiyê ne.