Ji malbata Şêx Seîd 3 berendam

04-03-2015
İnan Gedik
A+ A-

 

Enqere (Rûdaw) – Neviyê Şêx Seîd Diyadin Firat ji bo berendamiya parlamenteriyê serlêdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir.

 

Diyadin Firat 2yê Adarê ji bo berendamiyê serlêdana HDPê kir û ew dixwaze an ji Stenbol an ji Edanê an jî ji Amedê wek namzed bê nîşandin.

 

Firat ji Rûdawê re got ew dixwaze êdî di navenda siyasetê de bixebite.

 

Firat anî ziman ewê ji bo çerçeveya gotûbêjên Ocalan ragihandî diyar bibe,  hewl bide û heger ew ji bo namzediyê neyê hilbijartin jî banga vê yekê li HDPê dike.

 

Diyadin Firat derbarê mijara ku hin kes din jî ji malbata wî di partiyên cuda de berendam in wiha got:

 

“Malbatek mezin a Şêx Seîd heye. Piştî daleqandina Şêx Seîd çend caran malbata wî hat mişextkirin. Ji ber vê yekê jî endamên malbata wî polîtîze bûn. Tiştek normal e kesên endamên malbata wî tevlî siyasete bibin û bibin namzed.”

 

Beriya niha Neviyê Şêx Seîd Kasim Firat ji bo berendamiyê serlêdana HDPê û Abdurrahim Firat jî serlêdana AK Partiyê kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst