Mûşeka Îranê li sînorê Tirkiyeyê hat xistin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku mûşekeke balîstîk a ku ji Îranê hatiye avêtin û di qada asmanî ya Îraq û Sûriyeyê re derbasî Tirkiyeyê bûye, ji aliyê pergalên parastina asmanî yên NATOyê ve hatiye têkbirin.
Hat diyarkirin ku parçeyên mûşekê li navçeya Dortyolê ya Hatayê ketine.
Wezaretê îro bi daxuyaniyeke fermî eşkere kir ku gefa mûşekê ya li ser qada asmanî ya Tirkiyeyê hatiye têkbirin.
"NATOyê di dema xwe de midaxele kir"
Li gorî daxuyaniya Wezaretê, mûşekeke balîstîk a ku hatiye tespîtkirin ji xaka Îranê hatiye avêtin, qada asmanî ya Îraq û Sûriyeyê derbas kir û berê xwe da sînorê Tirkiyeyê.
Piştî tespîtkirina gefê, hêzên parastina asmanî û mûşekî yên NATOyê yên ku li Rojhilatê Deryaya Spî cih digirin di dema xwe de midaxele kir û mûşek li hewayê îmha kir.
Parçeyên ku li Dortyolê ketine yên mûşeka parastinê ne
Piştî îmhakirinê hat dîtin ku parçeyekî mûşekê li navçeya Dortyolê ya Hatayê ketiye.
Wezaretê piştrast kir ku ew parçe ne yê mûşeka êrişê ye, yê mûşeka parastinê ye ku mûşeka din li hewayê xistiye.
Hat ragihandin ku di bûyerê de kes nemiriye û birîndar nebûye.
"Ji kê û ji kû derê tê bila bê em dikarin biparêzin"
Wezaeretê di daxuyaniyê de bal kişand ser îradeya parastinê ya Tirkiyeyê û wiha got:
“Îrade û kapasîteya me ya ji bo dabînkirina ewlehiya welat û welatiyên me di asta herî jor de ye.
Tirkiye li gel ku piştgiriyê dide aştî û aramiya herêmê, dikare ewlehiya xak û welatiyên xwe biparêze bê ka êriş ji kê û ji kû derê tê.
Dê ji bo parastina xak û qada me ya asmanî her cure gav bi biryardarî û bêyî dudiliyê bên avêtin.”
Ji bo aliyan hişyariya “aloziyê belav nekin”
Tirkiyeyê bi bîr xist ku têkildarî êrişê “mafê wê yê bersivdayînê parastî ye” û hişyariyeke krîtîk da aliyên ku li herêmê şer dikin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em bangî hemû aliyan dikin ku ji wan gavên ku dê bibin sedema belavbûna şer li herêmê dûr bisekinin.
Di vê çarçoveyê de em dê bi NATOyê û hevpeymanên xwe yên din re şêwirên xwe bidomînin.”