Mehmet Altan:Aştiyeke mayînde bi demokrasiyeke radîkal pêk tê

04-04-2013
Sasan Kotolî
A+ A-

Maşallah Dekak

Amed – Nivîskar û rojnamevanê Tirkiyê Mehmet Altan, bal kişand ku dadgeh û parlamento ser bûyera Roboskiyê girtine û heta ku hesaba Roboskiyê neyê dayîn aştî pêk nayê. Altan got, hê jî li ser çiya û baniyan nivîsên “Pir şanaz im ku ez tirk im” tê nivîsandin û divê pêşî ev nivîs rabin.

 

Li aliyekî bi rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin tên kirin, li aliyekî agirbest heye û li aliyê din jî Komîsyona Aqilmendan hate avakirin. Hemû gav ji bo pêvajoya çareserî û aştiyê têne avêtin.

 

Nivîskar û rojnamevanê navdar Mehmet Altan, got ew ji bilî lîsteya aqilmendan bi rih û giyanê vê pêvajoyê re eleqedar dibe û destnîşan kir heta niha jî gav û naverokeke li gorî giyanê aştiyê nehatiye amadekirin.

 

Altan, got heta ku demokrasiyeke radîkal ava nebe aştî jî mayînde nabe û ji Rûdawê re wiha axivî: “Aqilmend diaxivin lê hêj bûyera Roboskiyê çareser nebûye. Di ser bûyerê re 15 meh derbas bûne lê hêj dadgeh bûyerê vedişêre û parlamento jî bûyerê ronî nake. Di rewşeke wiha de kesên weke Hasan Cemal jî ji kar davêjin. Hêj li ser çiya, teht û zinaran nivîsên ‘Pir şanaz im ku ez tirk im” cih digrin. Navê Guroymakê hêj weke Norşîn neguhertine. Benda ji sedî 10 a hilbijartinê hêj li cihê xwe ye.  Heke Komara Tirkiyeyê bi awayeke radîkal neguhere û demokrasiyeke radîkal pêk neyê bawer nakim aştiyeke mayînde pêk bê.”

Rojnamevan Altan, bi bîr xist ku beriya referandûmê hikûmetê digot heke “erê” bê gotin ew ê demokrasiyeke pêşverû bînin Tirkiyeyê û wiha got: “Bi PKK û Ocalan re muzakere dikin lê van muzakereyan nepenî dimeşînin. Kesî bi van tiştan nahesînin. Hem jî hemû pêvajoyê kontrol dikin. Baş e heta ku hûn bi hin kesan re muxatab nebin hûn ê çawa vê pirsgirêkê çareser bikin?” Tan, da zanîn ku li Tirkiyeyê çapemenî û medya di bin sansûrê de ye û got ev pirsgirêk bi sansûrê nayê çareserkirin. Tan, wiha berdewam kir: “Hikûmet propaganda û berjewendiyên xwe derdixe pêş. Ka demokrasiya pêşverû? Behsa demokrasiya pêşverû kirin bûyera Roboskiyê pêk hat û dawî li karê Hasan Cemal anîn.”

‘Lîsteya aqilmendan qels e’



Şêxmûs Dîken

Nivîskar Şêxmûs Dîken jî got, lîsteya aqilmendan li gorî dilê wî nehatiye amadekirin û ew navên di lîsteyê de qels in û nûnertiya civakê nakin. Dîken, got heke ku bi vê lîsteyê bixwazin civaka tirk qanih bikin tiştekî baş e lê ew van kesan weke aqilmend nabîne. Dîken wiha axivî: “Lê digel her tiştî jî ez piştgirî didim vê pêvajoyê. Pêvajoyeke erênî ye. Lê divê gavên ku di vê pêvajoyê de têne avêtin li gorî rih û naveroka vê pêvajoyê bin. Li gorî min di têgehan de tevliheviyek heye. Ez hêj nizanim mantiqa vê lîsteyê çi ye. Ji vê ekîbê çi hêvî dikin, ew jî nediyar e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst