Mehmet Altan:Aştiyeke mayînde bi demokrasiyeke radîkal pêk tê
Amed – Nivîskar û rojnamevanê Tirkiyê Mehmet Altan, bal kişand ku dadgeh û parlamento ser bûyera Roboskiyê girtine û heta ku hesaba Roboskiyê neyê dayîn aştî pêk nayê. Altan got, hê jî li ser çiya û baniyan nivîsên “Pir şanaz im ku ez tirk im” tê nivîsandin û divê pêşî ev nivîs rabin.
Li aliyekî bi rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin tên kirin, li aliyekî agirbest heye û li aliyê din jî Komîsyona Aqilmendan hate avakirin. Hemû gav ji bo pêvajoya çareserî û aştiyê têne avêtin.
Nivîskar û rojnamevanê navdar Mehmet Altan, got ew ji bilî lîsteya aqilmendan bi rih û giyanê vê pêvajoyê re eleqedar dibe û destnîşan kir heta niha jî gav û naverokeke li gorî giyanê aştiyê nehatiye amadekirin.
Altan, got heta ku demokrasiyeke radîkal ava nebe aştî jî mayînde nabe û ji Rûdawê re wiha axivî: “Aqilmend diaxivin lê hêj bûyera Roboskiyê çareser nebûye. Di ser bûyerê re 15 meh derbas bûne lê hêj dadgeh bûyerê vedişêre û parlamento jî bûyerê ronî nake. Di rewşeke wiha de kesên weke Hasan Cemal jî ji kar davêjin. Hêj li ser çiya, teht û zinaran nivîsên ‘Pir şanaz im ku ez tirk im” cih digrin. Navê Guroymakê hêj weke Norşîn neguhertine. Benda ji sedî 10 a hilbijartinê hêj li cihê xwe ye. Heke Komara Tirkiyeyê bi awayeke radîkal neguhere û demokrasiyeke radîkal pêk neyê bawer nakim aştiyeke mayînde pêk bê.”
Rojnamevan Altan, bi bîr xist ku beriya referandûmê hikûmetê digot heke “erê” bê gotin ew ê demokrasiyeke pêşverû bînin Tirkiyeyê û wiha got: “Bi PKK û Ocalan re muzakere dikin lê van muzakereyan nepenî dimeşînin. Kesî bi van tiştan nahesînin. Hem jî hemû pêvajoyê kontrol dikin. Baş e heta ku hûn bi hin kesan re muxatab nebin hûn ê çawa vê pirsgirêkê çareser bikin?” Tan, da zanîn ku li Tirkiyeyê çapemenî û medya di bin sansûrê de ye û got ev pirsgirêk bi sansûrê nayê çareserkirin. Tan, wiha berdewam kir: “Hikûmet propaganda û berjewendiyên xwe derdixe pêş. Ka demokrasiya pêşverû? Behsa demokrasiya pêşverû kirin bûyera Roboskiyê pêk hat û dawî li karê Hasan Cemal anîn.”
‘Lîsteya aqilmendan qels e’
Şêxmûs Dîken
Nivîskar Şêxmûs Dîken jî got, lîsteya aqilmendan li gorî dilê wî nehatiye amadekirin û ew navên di lîsteyê de qels in û nûnertiya civakê nakin. Dîken, got heke ku bi vê lîsteyê bixwazin civaka tirk qanih bikin tiştekî baş e lê ew van kesan weke aqilmend nabîne. Dîken wiha axivî: “Lê digel her tiştî jî ez piştgirî didim vê pêvajoyê. Pêvajoyeke erênî ye. Lê divê gavên ku di vê pêvajoyê de têne avêtin li gorî rih û naveroka vê pêvajoyê bin. Li gorî min di têgehan de tevliheviyek heye. Ez hêj nizanim mantiqa vê lîsteyê çi ye. Ji vê ekîbê çi hêvî dikin, ew jî nediyar e.”