Tirkiyê keştiyên şer şand Ukranya!
Hewlêr (Rûdaw) - Keştiyên şer yên Tirkiyê bi navê “TCG Salîhreîs” (F-246) û “TCG Bartin” (F-504) gihîştin bendera Odessa ya Ukranya.
Hêza Deryayî ya Ukranya di daxuyaniyekê de aşkere kir, 2 keştiyên şer ên Tirkiyê derbasî bendera Odessa ya wî welatî bûne.
Li gorî daxuyaniyê, ew keştî di çarçoveya çalakiyên hevbeş ên Wezareta Parastinê ya Tirkiyê û artêşa Ukranya de hatine bendera Odessa.
Keştiyên han ji aliyê fermandeyê Hêza Deryayî ya Ukranya Oleg Doskato, Konsulê Tirkiyê li bajarê Odessa Cemîl Ufuk Togrul û komek rayedarên leşkerî yên her du welatan ve hatin pêşwazîkirin.
Hat gotin ku keştiyên şer ên Tirkiyê dê du rojan li Ukranya bimînin û xelkê herêma Odessa ya Ukranya dikarin serdana wan keştiyan bikin.
Şanda deryayî ya Tirkiyê ya ku bi keştiyên şer re çûye Ukranya dê bi rayedarên leşkerî yên wî welatî re hevdîtin bike.