VÎDEOWALL – Li Tirkiyê 130 hezar girtî sûdê ji projeyasaya azadkirinê werdigrin

Hewlêr (Rûdaw) - Projeyasaya azadkirina girtiyan ji aliyê Komîsyona Dadê ya Parlamentoya Tirkiyeyê ve hate pesendkirin û biryar e hefteya bê Parlamentoya Tirkiyeyê deng li ser bide.

Projeyasa, azadkirina 130  hezar zindaniyan li xwe digre lê zindaniyên siyasî li xwe nagre.

Li Tirkiyeyê nêzikê 300 hezar girtî hene û 70 hezarê wan bi endamtî bangeşekirina terorê tên tohmetbarkirin.

Li Tirkiyê 375 gitîgeh hene derdora 289 hezar girtî jî hene. 70 hezar bi tohemeta terorê, 30 hezar bi tohmeta Cemaeta Fetullah Gulen û 10 hezar bi hinceta endambûna PKKê di girtîgehan de ne.

Tê pêşbînîkirin ku 130 hezar girtî sûdê ji projeyasaya niha werbigre.

HDP, CHP û ÎYÎ Partiyê di pergeya taybet bi tawanê terorê nerazî ne û dibêjin hinek girtiyên wan hene ku bi tometên siyasî hatine girtin û divê xalên vê yekê bêne eşkere kirin .

Ew jin û zarokên ku bi tometa terorî jî hatibin girtin eger hikûmê xswe derbas kiribin, bi merc tê azadkirin ku 2 kefîlê wan hebin û her 2 mehan kefalta xwe nû bike û navnîşana xwe neguhere û nabe ji bajarekî biçe bajarkî din. Bo tohmeta kuştinê jî eger ji sedî 75 ji hikûmê xwe derbas kirî be, dê bi merc bê azadkirin.