Li Samandagê mexdûrên erdhejê xwepêşandanek kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Samandagê ya Hatayê mexdûrên erdhejê ji ber paşmayên erdhejê xwepêşandan kirin.

Li navçeya Samandagê ya Hatayê paşmayên erdhejê li beramaberî konbajarekî mexdûrên erdhejê tê rijandin û ev jî bû sedema nerazîbûnan.

Mexdûrên erdhejê ji ber ku toza wê zerarê dide wan li dijî rijandina van kavilan a li vî cihî, xwepêşandan kirin û daxwaz dikin ku di jêr çavdêriya pisporan de kavil bên rakirin û li cihê guncaw bên rijandin û êdî li vir neyê rijandin.

Mexdûreke erdhejê dibêje: “Me ji vir hezkirî ye û naxwazin derkevin, lê ji ber paşmayên erdhejê tînin vir dixwazin me ji vir derxin. Em dernakevin, eger bixwazin me bi zorê derxin ez nizanim, ji ber dibêjin eger hûn dernekevin em dê elektirîka we bibirin, em xwarinê nadin we. Lê me ji wan re gotiye em naxwazin derkevin û em dernakevin.”

Li gor pizîşk dibêjin madeyek bi navê Aspest ku ji sala 2010ê ve li Tirkiyê hatiye qedexekirin di nav van paşmayan de heye, berê ev madde di avahîsaziyê de gelekî dihat bikaranîn û zerera wê li ser jîngeh û tendirustiya mirovan zêde ye.

Ew Pizîşk dibêje: “Eger rakirina paşmayên erdhejê bi vî awayî berdewam be, xelkê Samandagê piştî 10 salan dê rûbirûyê nexweşiyên Aspestoses û penceşêra kezebê bibin, ji ber paşmayên erdhejê li nêzîkê konbajarê ji 225 çadiran pêk tê tê rijadin, metirsî li ser jingeha navçeyê û xelkê li vir zêde ye.”

Erdheja Mereşê bandor li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kir û bû sedema canjidestdana bi deh hezaran kesan. Niha paşmayên kavilên herifî jî bûne bela serê jîngeh û mexdûrên erdhejê.