Li Enqereyê otobus li pirê qelibî: Gelek mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kahramankazanê ya Enqereyê, otobusek li pira peyayan qelibî.

Di encama qezayê de 4 kes mirin û 13 kes jî birîndar bûn.

Otobusa ku şofêrê wê kontrola dîreksiyonê ji dest da, li stûna pira peyayan xist.

Ji ber hêza lêdanê zerereke mezin gihîştiye otobusê û amûrên hundirê wê parçe bûn.

Li gorî tespîtên ewil, di qezayê de herî kêm 4 kes mirin.

Her wiha hat zanîn ku 13 rêwî jî birîndar bûne.

Agahî hatin wergirtin ku rewşa tenduristiyê ya hinek ji wan birîndaran giran e û ew li nexweşxaneyan di bin çavdêriya bijîşkan de ne.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansur Yavaş bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî li ser qezayê daxuyaniyek belav kir û got:

"Me bi xemgîniyeke mezin bihîst ku li Kahramankazanê ji ber qelibîna otobuseke taybet a li pira peyayan, 4 welatiyên me canê xwe ji dest daye.

Ez ji bo welatiyên me yên mirî rehmê ji Xwedê û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê dixwazim."