Bakirhan li ser hilbijartina pêşwext daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku banga CHPyê ya ji bo hilbijartina pêşwext "mafê herî siruştî" ye.
Bakirhan got ku mijara sereke ya ku divê were nîqaşkirin zextên li ser mixalefetê ne.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di kongreya Partiya Ji Nû Ve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) de axivî û nîqaşên hilbijartina pêşwext nirxandin.
Bakirhan behsa banga CHPyê kir û got, "Daxwaza hilbijartina pêşwext mafê herî siruştî yê hemû partiyan e. Mafê CHPyê ye jî ku bangeke wiha bike."
Bakirhan destnîşan kir ku divê nîqaş ne li ser sedemên banga hilbijartina pêşwext bin.
Wî diyar kir ku polîtîkayên zextê yên li hemberî CHPyê mijara sereke ne.
Bakirhan got, "Divê em ne li ser sedema banga CHPyê ya ji bo hilbijartinê, lê li dijî polîtîkayên zilm û zextê yên li ser wan derkevin."
“Gava ewil divê edalet be”
Bakirhan banga CHPyê wekî gaveke siyasî pênase kir û nêzîkatiya desthilatê ya li ser vê mijarê rexne kir.
Bakirhan got, "Li şûna ku desthilat li ser sedemên banga hilbijartinê nîqaşê bike divê gavan biavêje.
Gava ewil divê rakirina neheqî û bêhiqûqiya li ser CHPyê be."
Wî her wiha amaje bi pêvajoyên darazê kir û got:
"Divê gava ewil ji bo her kesî hiqûq û ji bo her kesî edalet be."
“Em amade ne”
Bakirhan da zanîn ku DEM Partî ji bo hilbijartinan amade ye û pê de çû:
"Em wekî DEM Partiyê li Tirkiyeyeyê partiya herî amade ya ji bo hilbijartinê ne.
Em li kolanan, li kargehan û li her qada jiyanê ne."
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê daxuyand ku xebatên wan ên rêxistinî û têkoşîna wan didomin û got:
"Heke civaka Tirkiyeyeyê hilbijartinê bixwaze, em her tim amade ne."