Kesê ku êrişî Ozgur Ozel kiriye du zarokên xwe kuştine

Hewlêr (Rûdaw) - Selçuk Tengiogluyê ku êrişî Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozek kirî derket holê ku berî 21 salan 2 zarokên xwe kuştine.

Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Endamê Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder li Navenda Çandê ya Ataturk a li Stenbolê merasîmek hat sazkirin û Serokê CHPyê Ozgûr Ozel jî beşdarî merasîmê bû.

Lê dema Ozel ji merasîmê derdiket kesêkî êrişî wî kir û kulmek li rûyê wî da.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya di daxuyaniyekê de ragihand ku êrişkar kesek bi navê Selçuk Tengioglu ye û ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye desteserkirin.

Li gorî daxuyaniyê Selçuk Tengiogluyê 66 salî û berî 21 salan li Hatayê ji ber kuştina 2 zarokên xwe hatiye girtin.

Di Roja Dayikan de zarokên xwe kuştin

Selçuk Tengiogluyê ku bavê 5 zarokan e, sala 2004an di Roja Dayikan de 2 zarokên xwe kuştine.

Li gorî agahiyan Tengioglu, du hefte piştî ku jina wî mal terk kiriye, serê sibehê li dora saet 04:00an çûye mala xwe, çeka xwe derxistiye kurê xwe ya Barişê 19 salî û keça xwe Mutluta 17 salî kuştine.