Bahçelî: Divê êrişa li Ozgur Ozel hatiye kirin were zelalkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ragihand ku divê êrişa Ozgur Ozel were zelalkirin.
Devlet Bahçeêlî piştî êrişa li ser Serokê Giştî yê CHPyê Ozgür Ozel daxuyaniyek belev kir û got, "Divê were zelalkirin ka ev kiryara tundiyê encama obsesyoneke takekesî ye, yan jî planeke siyasî ya berê hatiye plankirin û bi demê re hatiye belavkirin û xwedî têkiliyên hundirîn û derveyîn e.”
Bahçelî di daxuyaniya xwe de anî zimên ku êriş bi her awayî gumanbar û dilhejîn e.
Bahçelî xwest êriş di demeke nêz de were zelalkirin û got: "Hewldan ji bo kişandina Tirkiyeyê ber bi pêla tundiyê, geşkirin û şewatkirina hawîrdora provokasyon û têkdanê û bi nezanî meşandina xebatan bi vê armancê, şaşiyeke dîrokî ye."
Serokê Giştî yê MHPyê amaje bi wefata Sirri Sureyya Oonder jî kir û wiha domand:
"Pêşî ez dixwazim xêrhatina xwe pêşkêşî rêveberê wê saziya siyasî bikim ku beşdarî merasîma xatir û dilsoziyê bû ya ji bo Alîkarê Serokê Parlamentoyê û Parlamenterê DEM Partî yê Stenbolê Sirri Sureyya Onderê rehmetî ku li Navenda Çandê ya Ataturk a Stenbolê hatibû lidarxistin û piştre rastî êrişeke fizîkî hat.
Bi israr diyar dikim ku em li dijî hemû cureyên tundiyê ne.
Di wê rojê de, li ber çavên her kesî û bi taybetî di dema ku hestiyariyên însanî, wijdanî û Îslamî her hemwelatiyê me di heman zemînê de dicivîne, provokasyona ku çêbûye bi her awayî gumanbar û dilhejîn e.
"Divê êriş zelal bibe"
Ji bo aramiya siyasî û civakî, pêwîst e ku êrişa bêmiraz û melez bi hemû aliyan ve were lêkolînkirin, qonaxên vekolandin û lêpirsînê bên temamkirin û eger hebe, perdeyê sirê ya li pişt wê were rakirin.
Divê zelal bibe ka ev kiryara tundiyê encama obsesyoneke takekesî ye, yan planeke siyasî ya berê hatiye plankirin, bi demê re hatiye belavkirin û xwedî têkiliyên hundirîn û derveyîn e.
Di rastiyê de, hêzên me yên polîs û dadweriyê bi xebata hemdem dikarin vê yekê bi ser bixin.
Hewldan ji bo kişandina Tirkiyeyê ber bi girdava tundiyê, geşkirin û şewatkirina hawîrdora provokasyon û têkdanê û bi nezanî meşandina xebatan bi vê armancê, şaşiyeke dîrokî ye.
Kesên ku bi zanîn an nezanîn di nav vê şaşiyê de ne, divê pêşî aqlê xwe bînin serê xwe û ji xeta berpirsiyariya exlaqî û helwesta hiş li ser hişiyê dûr nekevin.
Ez carekê din ji birayê xwe Sırrı Süreyya Onderê rehmetî dilovaniya Xwedê dixwazim."