Vahap Coşkun: Nebûna Sirri Sureyya Onder windahiyeke mezin e
Hewlêr (Rûdaw) - Akademîsyen Dr. Vahap Coşkun ragihand ku wefata Sirri Sureyya Onder hem ji bo siyaseta Tirkiyê û hem jî ji bo pêvajoya çareseriyê windahiyeke mezin e.
Doh Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder wefat kir.
15ê Nîsanê ji ber firehbûna damarê wî yê aortê krîza dil li Sirrî Sureyya Onder da.
Onder 18 rojan li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ya li Stenbolê tedawî dît.
Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê doh bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Onder seat 16:10an wefat kir.
Îro ji bo Sirri Sureyya Onder li Navenda Çandê ya Ataturkê ya Stenbolê (AKM) merasîmek hat li darxistin û piştî merasîmê cenazeyê wî li Goristana Zîncîrlîkuyuyê hat veşartin.
"Onder hafizeya pêvajoyê temsîl dikir"
Akademîsyen Dr. Vahap Coşkun li ser rola Sirri Sureyya Onder a di pêvajoya çareseriyê bersiv da pirsên Dildar Herkî.
Dr. Vahap Coşkun bal kişand ser rola girîng a Onder û got:
"Tunebûna Sirri Sureyya Onder dê bandorê li vê pêvajoyê bike. Sirri Sureyya Onder hem di vê pêvajoyê de hem jî di pêvajoya berê de cih girtibû û hafizeya vê pêvajoyê temsîl dikir."
Li gorî gotina Coşkun her du aliyan jî gelekî zêde ji Onder bawer dikir û wî gelekî bar sivik dikir û ev xisûsiyeta Sirri Sureyya Onder bû û nebûna wî ya di vê pêvajoyê de faktoreke neyînî ye.
"Hem PKK û hem dewlet dixwazin pêvajoyê bimeşînin"
Dr. Coşkun destnîşan kir ku hem PKK û hem jî dewlet dixwazin vê pêvajoyê bimeşînin û wiha domand:
"Abdullah Ocalan 27ê Sibatê gelekî eşkere anî zimên, got 'Li Tirkiyeyê dema çekan qediyaye.
Li Tirkiyeyê divê demeke nû vebe dema siyasetê ye û PKK jî divê xwe li gorî vê dema nû dizayn bike.'
PKKyê jî ev qebûl kir. Belkî teqwîma vê pêvajoyê biguhere, belkî hin gav dereng bikevin lê ez bawer nakim ku hin guhertin pêk werin."
“PKK dê kongreya xwe li dar bixe”
Dr. Coşkun anî zimên ku li ser dema kombûna Kongreya PKKyê gelek dem hatine gotin û wiha axivî:
"Li gorî hin kesan dê di dawiya nîsanê de kongre bihata kirin. Li gorî gotina hin kesan jî kongre dê di destpêka gulanê de bûya.
Ew jî derbas bû, PKKyê heta niha li ser vê teqwîmek eşkere nekiriye."
Coşkun texmîn kir ku PKK di nava vê mehê de dê kongreya xwe kom bike û biryara çekberdanê û fesixkirinê bide.
Dr. Vahap Coşkun behsa helwesta PKK û dewletê kir û wiha domand:
"Hem dewlet û hem jî DEM Partî dixwaze ev pêvajo zû biqede û Pervîn Buldanê jî di axaftina xwe de diyar kir ku hem dewlet hem jî PKK dixwaze ev pêvajo heta dawiya Hezîranê biqede.
Em bi zelalî nizanin lê îhtîmaleke mezin heta hefteyekê-du hefteyan PKK dê kongreya xwe kom bike û biryara fesixkirina xwe bide.
"Pirsgirêka herî mezin li ser Sûriyeyê ye"
Di navbera PKK û dewletê de nîqaşa mezin li ser Sûriyeyê, heger li ser Sûriyeyê nîqaş dernekevin pirsgirêkên din ên teknîkî tên çareserkirin.
Ocalan dikare bi telefonê daxilî kongreyê bibe, dikare daxuyaniyekê bişîne, ji bo Ocalan vê kongreyê îdare bike gelek derfet hene.
Beriya bi hefteyekê hemû partî û hareketên Kurd ên Sûriyeyê hatin cem hevdû û konferansa yekitiyê li dar xist.
Di konferansê de daxwaza sîstema nenavendîtiyê kirin û di xalekê de behsa federalîzmê kirin.
Daxwaza federalîzmê hem li cem Şamê hem jî li cem Enqereyê bû sedema nerazîbûnê û pirsgirêkek derket holê. Li gorî min ev jî ne pirsgirêkeke mezin e, dawiya dawî pêvajoyek heye û li ser masê destê kê bihêz be ew ji bo wî qezenc e û ew şert û mercan diyar dike.
Ez wisa bawer dikim ew pirsgirêkên teknîkî dê li Sûriyeyê jî çareser bibin."