Fermandeyê Artêşa Duyemîn Îsmaîl Metin Temel di çalakiyekê de ji gotinên Serokomarê Tirkiyê û namzedê AK Partiyê yê bo serokomariyê Recep Tayyip Erdogan ku Muharrem Înce rexne kiribû, li çepikan xistibû.
Namzedê serokomariyê yê CHPê Muharrem Înce, ji ber wê helwesta Fermandeyê Artêşa Duyemîn Îsmaîl Metin Temel ew rexne kiribû û gotibû: “Ezê apoletên wî jê bikim. Tu genelarê artêşa Tirkî yan jî serokê bajêr ê AK Partiyê yî? Bila herkes hedê xwe bizane.”
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu beşdarî bernameya Mezeyê Edîtorên AAyê bû û pirsên derbarê rojevê de bersivandin.
Suleyman Soylu wiha got: “Gotinên Înce yên ku ji bo Metîn Temel gotî, peyama ku dide ne ji bo miletê me ye, ji bo PKKê ye. Dibêje 'tu qet meraq neke Efrîn hilda, ez dê tola vê piştî 24 hezîranê ji hildim'. Tu meraq neke, ev milet jî dê tolê bi te nede hildan."
Soylu herwiha got: "Êdî Qendîl ji bo me ne hedefeke dûr e. Li herêma bakurê Iraqê li devera Xwakurkê gelek xal û cih hatine bidestxistin. Em dê Qendîlê ji bo Tirkiyeyê bikin ciyekî ewle. Bira gumana kesî ji vê yekê tunebe."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse