Di 5 mehan de 112 jin li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatine kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Platforma “Emê Tawanên Dijî Jinan Rawestînin”, raportek derbarê tundûdîjiya li dijî jinan li seranserî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê belav kiriye û ragihandiye, tenê di meha bihorî de 17 jin hatine kuştin û 20 jinên din jî bi awayekî berguman jiyana xwe ji dest dane. Herwiha di pênc mehên bihorî de jî 112 jin hatine kuştin.

Li gorî ragihandina wê platformê, 2 ji wan jinan bi destê kurên xwe hatine kuştin, yek ji aliyê xizmekî xwe ve , 7 jin bi destê hevjînên xwe, yek ji aliyê hezkiriyê xwe ve û 6 jin jî ji aliyê bavên xwe ve hatine kuştin.

Platforma Emê Tawanên Dijî Jinan Rawestînin, amaje bi cihê kuştina wan jinan jî daye û diyar kiriye ,10 jin di nav malên xwe de, 2 jin li nav bazarê, yek di nav zeviyê de û 4 jin jî li çolê hatine kuştin.

Li gor raporta platformê, ji sedî 59ê ew jinên ku hatine kuştin, jinên malê bûne.

Li gorî datayên wê platformê, sala 2020ê li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê 300 jin hatine kuştin û 171 jinên din jî bi awayekî berguman canê xwe ji dest dane.

Herwiha wê platfromê di raporta xwe de destnîşan kiriye, di nav 5 mehên  yekem ên îsal de, heta niha 112 jin hatine kuştin ku 79 ji wan jinan can ji dest dana wan cihê gumanê ye.