Şimşek: Ji bilî vegera zemîneke aqilane ti bijardeyeke Tirkiyê nemaye
Hewlêr (Rûdaw) - Mehmet Şimşek bi merasîmekê erkê Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê ji Nureddin Nebati wergirt û got: “Ji derveyî vegera zemîneke aqilane ti bijardeyeke Tirkiyê nemaye.”
Wezîrê berê yê Xezîne û Darayî Nureddin Nebatî îro Yekşemê 4ê Hezîrana 2023an bi merasîmekê erkê xwe radestî Mehmet Şimşek kir ku di kabîneya nû de wek Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê hatiye diyarkirin.
Şimşek di axaftina xwe de amaje bi wê yekê da ku armanca wan ew e rêjeya enflasyonê li Tirkiye daxînin yek reqemê û polîtîkaya wan a bingehîn rûbirûbûna enflasyonê ye.
Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiye yê nû Mehmet Şimşek wiha anî ziman “Armanca bingehîn a hikûmeta me zêdekirina refaha civakî ye. Di dema pêşiya me de ji bo gehiştina vê armancê rêgeza me ya sereke dê zelalbûn, hevgirî, pêşdîtin û guncavbûna ligel normên navdewletî be. Ji xeynî vegera zemîneke aqilane ti bijardeyeke Tirkiyê nemaye. Di rewşeke ku zehmetiyên gerdûnî û rakêşiyên jeopolîtîk zêde bûne bi rêya bihêzkirina kalîteya saziyan û qebareyê em dê pêşikiyê bidin aramiya fînansî ya makro. Bê ku em wext wenda bikin dê kar û xebata me ya bernameya dema nîvekî dest pê bike. Armanca me ya bingehîn dê îstîkrara nirxan be. Daxistina rêjeya enflasyonê bo yek reqemê ji bo welatê me gelekî girîng e.”