Kulîs: Serokê nû yê MÎTê diyar bû

04-06-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gor agahiyên ku hatine wergirtin Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin dê bibe Serokê Teşkîlata Îstixbarata Tirkiyê (MÎT). Rojnamevan Îsmaîl Saymaz jî heman îdia li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan duh kabîneya nû eşkere kir. Di kabîneya nû de Rêveberê MÎTê Hakan Fîdan weke Wezîrê Derve hat damezrandin. Serokê nû yê MÎTê piştî biryar Erdogan dê diyar bibe.

Piştî ku Hakan Fîdan bû Wezîrê Derve yê Tirkiyê tê meraqkirin kî dê serokatiya MÎTê bike. Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya li Enqerê Şevket Herkî diyar kir ku li pişt perdeya behsa navê Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin tê kirin.

Tê gotin ku li şûna Kalin, Wezîrê Ciwanî û Werzîşê yê berê Akîf Çagatay Kiliç wek Berdevkê Serokomariyê were wezîfedarkirin.

Ji aliyê din ve rojnamevan Îsmaîl Saymaz jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku Îbrahîm Kalin wê weke Serokê MÎTê were erkdarkirin.

Saymaz li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got, "Dibe ku îşev Îbrahîm Kalin bibe Serokê MÎTê."

Tê gotin ku roja 5ê Hezîranê 2023ê bi merisimeke fermi li Navenda MÎTê ya li Enqere dê Hakan Fîdan posta Serokatiya MITê dewrî Îbrahîm Kalin bike.

Hakan Fîdan di 13ê salên ku berpirsê Îstixbara Tirkiye MITê bûyî de di gelek pêvajoyên hestyar yên hikumeta Tirkiyê li gel Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê de cih girtiye.

Fîdan di hevdîtinên dewleta Tirkiye yên bi serok û berpirsên PKKê re yên Oslo û Îmralî de çalak bûye. Her wiha di sala 2013ê de “Pêvajoya Çareseriyê” ya ku di navbera hikûmeta Tirkiyê û PKKê de hatî despêkirin birêve dibir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin