Rêberê Îranê Xamineyî pêşniyara Amerîkayê red kir
Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Îranê Elî Xamineyî , pêşniyara Amerîkayê ya ku daxwaza rawestandina bi temamî ya çalakiyên dewlemendkirina ûranyûmê jî dike, red kir.
Rêberê Îranê Elî Xamineyî, di merasîma 36emîn salvegera mirina damezrînerê şoreşa Îranê Ruhulah Xumeynî de, pêvajoya gotûbêjên atomî yên bi Amerîkayê re, mijarên herêmî û navneteweyî nirxandin.
Xamineyî pêşniyara peymana atomî ya Amerîkayê ku tê de daxwaza rawestandina bi temamî ya çalakiyên dewlemendkirina ûranyûma Îranê heye, wekî gefek li dijî "serxwebûna neteweyî" bi nav kir û got:
"Di mijara atomî de plana ku Amerîkayê pêşkêş kiriye, ji sedî sedî li dijî têgihiştina 'em dikarin bikin' e.
Serxwebûna neteweyî tê wê wateyê ku welatek ne li bendê be ku ji Amerîka û welatên wekî wê çirayeke kesk an sor bê."
"Bersiva me ji bo hezeyanên Amerîkayê zelal e"
Xamineyî behsa girîngiya "pîşesaziya atomî" ya ji bo welatê xwe kir û wiha berdewam kir:
"Îranê piştî hewldaneke mezin karî xuleka sotemeniya atomî temam bike.
Pîşesaziya atomî ne tenê ji bo armancên enerjiyê ye. Pîşesaziya atomî pîşesaziyeke bingehîn e.
Gelek qadên zanistî ji pîşesaziya atomî bandor digirin. Dewlemendkirina ûranyûmê kilîda mijara atomî ye.
Gotina bingehîn a Amerîkayiyan ew e ku divê em xwedî teknolojiya atomî nebin.
Di radyofarmasûtîkalan de (derman ên ku bi teknolojiya atomî tên berhemanîn) û zanistên din ên li ser bingeha atomî, dibêjin 'hewcedariya we bi me hebe'.
Serokên req û qure yên Amerîkayê vê dixwazin. Bersiva me ji bo hezeyanên Amerîkayê zelal e. Ew di vê mijarê de nikarin tiştekî bikin."
Şerê li Xezeyê
Xamineyî li ser êrişên Îsraîlê yên ku li Xezeyê didomîne jî axivî û got:
"Îro gelek tişt hene ku welatên Îslamî dikarin ji bo mijara Filistînê bikin. Îro ne dema bêalîbûnê yan jî bêdengiyê ye.
Bila her kesê ku bi her awayî piştgiriyê dide rejîma siyonîst piştrast be ku şermeke ebedî li ser eniya wî dimîne."
Xamineyî got ku Amerîka jî ji ber piştgiriya xwe ya ji bo Îsraîlê, hevpar e di sûcên ku li Xezeyê tên kirin de û divê hêzên Amerîkayê ji herêmê derkevin.