Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan bi tundî rexne li hikûmeta Tirkiyê kir û got, êdî sebra me nemaye ji ber wê jî divê di nav hefteyekê de muzakere dest pê bikin.
Parêzerê Abdullah Ocalan ê bi navê Mazlûm Dînç îro bi xizmên girtiyên din ên li girtîgehan re, li Turkiyeyê, çûn Girava Îmraliyê.
Di vegerê de Dînç li ser naveroka hevdîtina xwe û Ocalan daxuyanî da.
Mazlûm Dînç diyar kir ku Ocalan gotiye êdî sebra me nemaye ji ber wê jî hêviya min ew e di nav hefteyekê de muzakere dest pê bikin.
Dînç anî ziman ku Ocalan her wiha gotiye bi çêkirina bendav û qereqolan pêvajo bi pêş nakeve.
Li ser hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê jî Dînç got ku Abdullah Ocalan gotiye serkeftina namzedê HDPê Selahattîn Demîrtaş di hilbijartinan de dê ji bo destpêkirina muzakereyan baş be.
Parêzerê Ocalan da zanîn ku Ocalan her wiha bi tundî rexne li AK Partiyê kiriye ji ber ku pêvajoya çareseriyê ji bo hilbijartinan bikar tîne ji ber wê jî gotiye bila muzakere zû dest pê bikin.
Li ser rewşa tendûristiya rêberê PKKê jî Mazlûm Dînç got, pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hene û divê şert û mercên wî bên başkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse