Parlamenterên CHPyê li 21 bajaran dadikevin qadan
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterên Partiya Gel a Komarî (CHP) li 21 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dest bi xebatên meydanî dike.
Piştî ku Parlamentoya Tirkiyeyê navber da xebatên xwe, CHPyê ji bo meha tebaxê bernameyeke meydanî amade kir û di vê çarçoveyê de 137 parlamenter li 81 bajaran hatin erkdarkirin.
107 parlamenterên CHPyê wekî 25 tîman dê sibe li 21 baajran dest bi xebatên meydanî bike.
Armanca serdanan çi ye?
Li gorî bernameyê, parlamenter dê bi rêxistinên bajaran re tevbigerin û li ser sê xalên serekî rawestin:
- Danasîna xebatên bernameya hikûmetê yên Ofîsa Namzediya Serokkomariyê.
- Pêşxistina xebatên bernameya partiyê yên berdewam.
- Agahdarkirina rast a welatiyan derbarê operasyonên li dijî şaredariyên CHPyê de.
Parlamenter dê li kîjan bajaran bigerin?
Bajarên ku parlamenterên CHPyê dê di qonaxa yekem de lê xebatên meydanî bimeşînin ev in:
- Bakurê Kurdistan: Agirî, Erzingan, Dêrsim, Îdir, Erdexan, Wan û Kilîs
- Tirkiye: Edene, Aksaray, Amasya, Enqere, Bayburt, Bîlecîk, Bolu, Bursa, Çorum, Edîrne, Gumuşhane, Osmaniye, Ordu û Sakarya.
Parlamenter dê her hefte rojên sêşem, çarşem û pêncşemê li bajarên ku lê hatine erkdarkirin xebatên meydanî bikin û dê dawiya her hefteyê raporekê pêşkêşî navenda partiya xwe bikin.