Ji Enqere peyama Ocalan

04-09-2016
RÛDAW
Nîşan Ocaaln Rewş Darbeya Leşkerî Demîrtaş Bekir Bozdag CPT
A+ A-


Navenda Nûçeyan – Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag got, rewşa û tenduristiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan baş e.

 

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag di bernameyeke TGRT Haberê de pirsên derbarê rewşa Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de bersivndin.


Bekir Bozdag amaje kir ku PKKê her tim mijara rewşa Ocalan îstismar dike û derbarê wî de agahiyên nerast belav dike û wiha got: “Ji bo di nav gel de livandin çêbibe û ji bo berjewendiyên xwe bikar binîn derbarê rewşa tenduristiya Ocalan de agahiyê nerast didin.


Ev vê yekê bêşik bibêjim ti pirsgirêkên Abdullah Ocalan ên ewlehî nîne. Bergiliyên li wê derê di asta herî bilind de ne. Jixwe piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê rewş dîsa hatiye berçavkirin.”


Bozdag herwiha got: “Kontorlên tenduristiya Ocaaln her tim têne kirin. Ne gelek mêje Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê yê Ewropayê (CPT) çû wê derê û bi wî re hevdîtin pêk anîn.”


Şanda CPTê bi serperitiya Mykola Gnatovskyy di rojên 28-29ê Nîsanê de bo şopandina rewşa Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan çûbû girtîgeha li girava Îmraliyê û bi wî re hevdîtin pêk anibû.


Şanda navborî, ragihandibû ku rewşa Ocalan a tenduristiya wî baş e.


Demîrtaş: Ocalan sax e?


Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahetîn Demîrtaş raginadibû ti agahdariya wan derbarê rewşa Abdulah Ocalan de nîne, ev rewşa jî metirsîdar e û pêwîst e heta agahdarbûna li rewşa Ocalan divê gel rabe ser piyan.


Demirtaş wiha gotibû: “Li gorî agahiya ku hatiye bidestxistin helîkopterekê xwestiye dakeve Grava Îmraliyê û şer derketiye. Lê em encamên pevçûnê nizanin."

Serokê PKKê Abdullah Ocalan ku 17 sal in li Girava Îmraliyê tê girtin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst