Helwesta li beramber Semra Guzel bû sedema nerazîbûnan
Hewlêr (Rûdaw) - Dîmênên Parlamentera HDPê ya Amedê Semra Guzel ên ku di dema birina dadgehê de destê wê ji piştê ve hatibûn kelepçekirin, pora wê hat kişandin û xwestin serê wê bitewînin bû sedema nerazîbûnên tund.
Semra Guzel ku bi hinceta “endamtiya rêxistina terorê” meha Adara 2022ê li Parlamentoya Tirkiyê parêzbendiya wê hatibû rakirin, 2ê Îlonê li Stenbolê hat desteserkirin û 3ê Îlonê bi biryara dadgehê hat girtin û bo girtîgehê hat şandin.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu îdia dike ku Guzel di dema xwestiye bi qaçaxî derkeve derveyî welat hatiye desteserkirin.
Suleyman Soylu dibêje: “Ji demeke dirêj ve xebatên îstixbarî hebûn û di encama wan xebatên îstixbarî de me zanî ku ji bo derketina derveyî welat amadekariyên nasnameya sexte û belgeyên din kirine. Peywendî bi qaçaxçiyekî koçberan, ku ji aliyê me û MÎTê ve dihat şopandin re kirine û ketine rê. Tişta pêwîst hat kirin.”
Wekîlê Serokê Koma HDPê ya Parlamentoyê Saruhan Oluç nerazîbûneke tund nîşanî helwêsta li beramber Guzel da û ragihand ku desteserkirina wê wek senaryoyekê hatiye amadekirin.
Saruhan Oluç got: “Em helwêsta li beramber parlamentera xwe ya ku divê bi awayekî girtî neyê darizandin, ku heta niha jî parlamenter e û tenê ji ber du dosyeyan parêzbendiya wê hatiye rakirin bi ti awayî qebûl nakin. Em bi tundî şermezar dikin û protesto dikin.”
Saziyên Sivîl ên Bakurê Kurdistanê jî li beramber helwesta polîsan a xirab bêdeng neman. Baroya Amedê jî nerazîbûn nîşanî helwesta hêzên emnî li beramber Semra Guzel da û ragihand; “Em helwêsta li dijî rûmeta mirov a li beramber Parlamentera HDPê ya Amedê Semra Guzel qebûl nakin. Em hêvî dikin derbarê berpirsiyaran de demildest lêpirsîna dadî û îdarî bê destpêkirin, em ji raya giştî re radigihînin ku dê pêvajoya yasayî bişopînin.”
Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, 24ê Adara 2022ê derbarê Semra Guzel de biryara desteserkirinê da. Wê demê hatibû îdiakirin ku Semra Guzel derketiye derveyî welat. Semra Guzel di hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de wek parlamentera HDPê ya Amedê hatibû hilbijartin.