Piştî girtinê yekem peyama Semra Guzel
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel ku roja Pêncşemê piştî destserkirinê bi biryara dadgehê hatibû girtin bi rêya parêzerê xwe peyemak belav kir û ragihand ku prosyeya dadgehkirinê ku li beramber wê dihat meşandin proseyeke nehiquqî bû û biryara ku dadgehê li dijî wê daye jî biryareke siyasî ye.
Parlamentera HDPê ya Amedê Semra Guzel ku bi hinceta “endamtiya rêxistina terorê” meha Adara 2022ê li Parlamentoya Tirkiyê parêzbendiya wê hatibû rakirin, roja Pênceşemê 2ê Îlona 2022ê li Stenbolê hat desteserkirin û 3ê Îlonê jî bi biryara dadgehê hat girtin û bo girtîgehê hat şandin.
Semra Guzel îro 4ê Îlona 2022ê piştî girtinê yekem car bi rêya parêzerên xwe ji girtîgehê peyamek belav kir.
Parlamentera HDPê amaje bi wê yekê da ku proseya dadgehkirinê ya li dijî wê dihat meşandin nehiqî bû û dibêje biryara ku dadgehê li dijî wê daye jî bi temamî biryareke siyasî bûye.
Semra Guzel di peyma xwe de dibêje: “Ji we hemûyan re silav. Di serî de ez gelek baş im. Ji ber ku ez mafdar im û em mafdar in. Me hemûyan prose ji nêzîk ve şopand. Bi temamî prosyeke nehiquqî bû. Biryareke siyasî bû. Lê piştrast bin ku em dê biserbikevin. Hêvî, aşitî, jin û gel dê biserbikevin. Ez ji we hemûyan hez dikim û we bi rêzdarî silav dikim.
Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, 24ê Adara 2022ê derbarê Semra Guzel de biryara desteserkirinê da. Wê demê hatibû îdiakirin ku Semra Guzel derketiye derveyî welat. Semra Guzel di hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de wek parlamentera HDPê ya Amedê hatibû hilbijartin.