Erdogan çû serdana Bahçelî

Hewlêr (Rûdaw) - Civîna Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê MHPyê Devlet Bahçelî bi dawî bû.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro li mala wî çû serdana Serokê MHPyê Devlet Bahçelî.

Bahçelî li ber deriyê mala xwe Erdogan pêşwazî kir.

Piştî wê her du serkirde 50 xulekan di civînê de bûn.

Civîn ji çapemeniyê re girtî bû û derbarê naveroka wê heta niha ti agahî nehatine belavkirin.

Ev di nava îsal de ev hevdîtina 5emîn a di navbera Erdogan û Bahçelî de bû.