Li Stenbolê Pêşangeha Pirtûkên Erebî birêve diçe
Stenbol (Rûdaw) – Pêşengeha Pirtûkên Erebî ku her sal li Stenbolê di heman meh û rojan de tê amadekirin bi beşdariya rêjeyeke zêde ya wêşanxaneyên ereb dest pê kir. Di çarçoveya pêşangehê de bi hezaran pirtûkên cûr bi cûr li standan hatin danîn. Ji ber ku rêjeye erebên ku li Tirkiye niştecîne bi milyonan tê zanîn, eleqeya digel pêşengehê jî germ e.
Mezintirîn pêşengeha pirtûkên erebî ku li derveyî welatên ereban tê lidarxistin bo cara 5mîn li Stenbolê deriyên xwe vekirin. Bi taybetî xwendekarên koçber ên Sûrî sûdeke girîng ji vê pêşengehê werdigirin ji ber ku çapa pirtûkên erebî li Tirkiye teng û kêm e. Bi taybetî eleqeya zarok û ciwanan qada pêşengehê germ dike.
Weşangerê ji Misrê Ebdurehîm Îbrahîm diyar dike, “Pêwendiya bi xelkê re pir baş e, pêşangeh jî pir baş dimeşe, genc zêdetir di temenê 20 salî de serdanê dikin.”
Pêşengeha ku bi piştgiriya serokomariya Tirkiye û ji alî yekîtiya wêşengeran ve tê lidarxistin îsal ji 15 welatan zêdeyî 200 weşanxaneyan li xwe digire. Ji ber ku rêjeya xwendekar û xelkê Sûrî tenê li nava tirikye bi çend milyonan tê hesibandin û pê re jî xelkên welatên din ên ereban bi rêjeyeke zêde li Tirkiye bi cî bûne, pêwîstiya pirtûkên erebî jî gihîştiye qonaxeke bilind. Ew fûar jî bo dagirtina vê valahiyê girîng e.
Mamosteyek bi navê Devîn jî dibêje, “Em hatin vê derê, zarok xwestin pirtûkan bibînin û li vir me gelek çalakî dîtin û pir kêfxweş bûn.”
Wêşanger Said Hîcazî radigihîne, “Ligel hebûna hejmareke zêde ya revenda Erebî li Tirkiyê, bi taybet hejmareke mezin ji xwendekarên dibistan û zanîngehan, divabû pêdiviya çandê ya revanda Erebî bihata tijekirin, ku pirtûkên Erebî bixwînin, herweha hejmareke baş ji civaka Tirkî jî guh dide çanda Erebî, lewma hebûna pêşangehek bo pirtûkên Erebî pir girîng e.”
Jibilî wêşanxaneyan ji 72 welatan wêşanger û edîtor jî bi boneya vê pêşengehê li Stenbolê ne. Di çarçoveya pêşengehê de zêdeyî 70 çalakiyên cûrbecûr jî têne lidarxistin. Tê çaverêkirin ku zêdeyî 100 hezar kes seredana vê pêşengehê bike ku ewê bi maweyê 8 rojan vekirî be.