Hinek kesên ku li Îsraîlê hatibûn desteserkirin gihîştin Stenbolê

Hewlêr (Rûdaw) - Balafira Turkish Airlinesê (THY) ya ku çalakvanên Fîloya Sumûda yên ji aliyê Îsraîlê ve hatibûn desteserkirin vediguhast, li Balafirgeha Stenbolê danî.

Balafira Turkish Airlinesê ya ku ji Balafirgeha Ramonê ya li bajarê Eilatê yê Îsraîlê rabû, saet 15:50an gihîşt Stenbolê.

Bi vê geştê, 137 kes gihîştin Stenbolê ku ji wan 36 welatiyên Tirkiyeyê û 23 jî welatiyên Malezyayê bûn.

Çalakvan li Hola VIPê ya Balafirgeha Stenbolê ji aliyê hinek rayedar û gelek kesan ve hatin pêşwazîkirin.

Hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê li bendereke wî welatî, berî ku bigihêjin peravên Xezeyê, hinek ji çalakvanên Fîloya Sumudê desteser kirin.