Erdogan: Hemas ji bo aştiyê amade ye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, “Em bi kêfxweşî bersiva Hemasê ya ji bo plana aştiyê ya Birêz Trump pêşwazî dikin. Hemasê nîşan da ku ew ji bo aştiyê amade ye.”

Erdogan her wiha got, “Divê Îsraîl êrişan rawestîne.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Stenbolê axivî û anî ziman ku ew dixwaze behsa mijareke ku ji nêz ve ji aliyê hemû cîhana Îslamê û mirovahiyê ve tê şopandin bike û wiha li pey çû:

"Em ji bo rawestandina komkujiya ku 2 sal in li Xezeyê berdewam dike, di nav hewldaneke xurt de ne.

Me ji alîkariya mirovî heta têkiliyên dîplomatîk, di her warî de derfetên xwe seferber kirine.

Armanca me ew e ku em birayên xwe yên Xezeyî di zûtirîn dem de bigihînin aramî, aştî û ewlehiyê.

Hefteya borî me hem li New Yorkê û hem jî li Washingtonê di vî warî de têkilî danîn.

Me bal kişand ser karesata mirovî. Em bûn dengê mezlûman.

Me li Neteweyên Yekbûyî êşên ku zarokên Xezeyî dikişînin bi wêneyan xist rojeva tevahiya cîhanê.

Me bi Serokê Amerîkayê Birêz Trump re jî ev mesele bi hûrgilî axivî. Me gavên ku divê ji bo aştiyê bên avêtin nirxandin."

"Em bi kêfxweşî bersiva Hemasê pêşwazî dikin"

Erdogan da zanîn ku wî Serokê MÎTê şandiye Qeterê û Wezîrê Karên Derve jî şandiye Erebistana Siûdî û Îmaratê û got:

"Mijara herî girîng a hevdîtina me ya telefonî ya şeva borî ya bi Birêz Trump re dîsa Xeze bû, anîna aştî û aramiya ji bo Xezeyê bû.

Em bi kêfxweşî bersiva Hemasê ya ji bo plana aştiyê ya Birêz Trump pêşwazî dikin.

Hemasê, wekî ku berê gelek caran kiriye, nîşan da ku ew ji bo aştiyê amade ye.

Bi vî awayî ji bo aştiyeke mayînde li herêma me derfetek vebû. Ji ber vê yekê, gelekî girîng e ku Îsraîl demildest êrişên xwe rawestîne."

Erdogan bal kişand ser wê yekê ku divê rê neyê dayîn ku hêviyên aştiyê yên nû şîn bûne biçilmisin û tekez kir ku eger hemû alî bi hestê berpirsyariyê tevbigerin, mimkun e ku xwîna diherike were rawestandin û aştî were pêkanîn.