Li Îzmîrê bi hêza 4.9 erdhej çêbû
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bucayê ya ser bi parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyê ve bi pileya 4.9 rîxter erdhejek çêbû û di encam de 3 kes birîndar bûn ku birîna yek ji wan giran e. Birîndar rakirine nexweşxaneyan û dermankirina wan berdewam e.
Rêveberiya Rewşên Bilez û Karesatan a Tirkiyê (AFAD) ragihand îro 4ê Mijdara 2022an li navçeya Buca ya Îzmîrê di demjimêr 03:29an de bi pileya 4.9 rîxter erdhejek çêbûye. Li gor AFADê, erdhej 14.47 kîlometreyan di bin erdê de pêk hatiye û piştî erdheja mezin, 13 erdhejên biçûk jî çê bûne.
Ji ber erdhejê minareya Mizgefta Selahattinoglu ya li Taxa Kubilayê ya navçeya Konakê hilweşiyaye.
Piştî erdhejê li hin taxên bajêr demek kurt elektrîk qut bû.
Piştî erdhejê, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu derbarê erdhejê de daxuyaniyek da û got, ji ber erdhejê 31 welatiyan serlêdana nexweşxaneyan kirine û dermankirina 3 kesên birîndar berdewam e ku yek ji wan rewşa wî di metirsiyê de ye.
Soylu derbarê encamên erdhejê de jî diyar kir, li navçeyê nêzîkî 20 avahiyan zirar dîtiye û minareyeke mizgeftê jî ketiye xwarê û tîmên Bajarvanî û Jîngehê dest bi karê tespîtkirina ziraran kirine.
Parêzgarê Îzmîrê Selîm Koşger ragihandiye, di encama erdheja îro de tenê minareya mizgeftekê zirar dîtiye û zirarekî din ê berçav tune ye.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Tunç Soyer jî li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û diyar kir ku hemû îtfaiye di dewriyeyê de ne.
Tunç Soyer got, “Li Konakê minareya mizgefteke me hilweşiya. Li gor tespîtên me yên ewil zirareke mezin çênebû.”