Umît Ozdag jî li ser berdana Selahattîn Demîrtaş axivî
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag got “Demîrtaş ne bê sûc e.”
Umît Ozdag, li ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş û bangên ji bo berdana wî, helwesta partiya xwe eşkere kir.
Ozdag li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev parvekirin kir:
“Selahattîn Demîrtaş ji bo rûxandina dewleta Komara Tirkiyeyê ya neteweyî, unîter û laîk, hem siyaset hem jî rêxistina terorê bi kar aniye.
Demîrtaş, di dema Bûyerên Kobaniyê de, ji bo piştgiriya PKK/YPGyê, bang li alîgirên PKK/HDPyê kir ku derkevin kolanan.
Di wan bûyeran ku li bi dehan parêzgeh û bi sedan navçeyên me derketin de bi dehan kes mirin û bi sedan kes birîndar bûn.
Demîrtaş ne bê sûc e. Ne di Bûyerên Kobaniyê de bê sûc e ne jî di mijara piştgiriya ji bo terora PKKyê de bê sûc e.
Ji aliyê Partiya Zaferê ve aliyê siyasî û hiqûqî yê meseleyê ev e.”
Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş ji 4ê Çiriya Paşîn a 2016an ve li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye.
DMMEyê di biryara xwe ya 8ê Tîrmehê de biryar dabû ku girtina Demîrtaş binpêkirina mafan e.
Eger Tirkiyeyê heta 8ê Çiriya Pêşîn îtiraz nekira, biryar dê biketa meriyetê û berdana Demîrtaş dê bihata rojevê.
Wezareta Dadê beriya bidawîbûna demê bi rojekê, 7ê Çiriya Pêşîn îtiraz kir û xwest ku doz ji bo Daîreya Mezin a DMMEyê were şandin.
Lê DMMEyê doh ev serlêdan red kir. Bi vî awayî biryara binpêkirinê ya derbarê Demîrtaş de misoger bû.