Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 64 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku li 7 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 64 endamên rêxistinên tawanan hatine desteserkirin û ji wan 36 bi biryara dadgehê hatine girtin.

Alç Yerlikaya îro li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku bi serpereştiya Serdozgeriyên Komarê û Fermandariya Cendirmeyan ên Bajaran li 7 parêzgehan li dijî 8 rêxistinên tawanan operasyon hatine kirin.

Bi gotina Yerlîkaya 64 kes hatine desteserkirin.

Yerlîkaya da zanîn ku ji 64 kesên hatine desteserkirin 36 bi biryara dadgehê hatine girtin, 26 bi şertên kontrola edlî hatine berdan û karên yasayî yên 2 kesan jî didomin.

Yerlikaya her wiha got ku kesên hatine desteserkirin li bajarên Aydin, Balikesîr, Ordu, Nçgde yên Tirkiyeyê û bajarên Amed, Riha û Kilîsê yên Bakurê Kurdistanê tevlî tawanên cuda bûne.