Daxuyaniya Bahçelî ya li ser Demîrtaş Tirkiye hejand

04-11-2025
RÛDAW
Nîşan Devlet Bahçelî Selahattîn Demîrtaş HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî li ser berdana Selahattîn Demîrtaş got,” Berdana Demîrtaş dê bibe wesîleya xêran.”

Bahçelî li ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) a binpêkirina mafên Selahattîn Demîrtaş got, "Berdana Demîrtaş dê ji bo Tirkiyeyê bibe wesîleya xêran."

Serokê MHPyê Bahçelî piştî civîna koma partiya xwe ku tê de bi tundî bersiv da îdiayên krîza di nav Hevpeymaniya Cumhur û derbarê berdana Demîrtaş de daxuyanî da.

Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê daxwaz kiribû ku dosya li Daîreya Mezin a DMMEyê ji nû ve bê nirxandin.

DMMEyê duh îtiraza Tirkiyeyê red kir û biryar misoger bû.

Bi redkirina wê daxwazê re biryara binpêkirina mafan a derbarê Demîrtaş de misoger bû.

Rojnamegeran li ser biryara DMMEyê ya derbarê Demîrtaş ji Bahçelî pirsî.

Bahçelî di bersivê de got, "Birêz Demîrtaş, bi rêyên hiqûqî gihiştiye encamê. Berdana wî dê ji bo Tirkiyeyê bibe wesîleya xêran."

Parêzerên Demîrtaş ji bo berdana wî serlêdan kir

Li aliyê din, parêzerên Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş, ji bo berdana wî serlêdan kir.

Selahattîn Demîrtaş ji sala 2016an ve girtî ye û DMMyê li ser Demîrtaş 2 caran biryara binpêkirina mafan dabû û gotibû girtina wî siyasî ye.

Piştî ku biryar misoger bû, parêzerên Demîrtaş ji bo berdana wî serlêdan kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst