Pêvajo ber bi qonaxa gavên şênber ve diçe: Kî çi dibêje?
Stenbol (Rûdaw) - Pêvajoya çareseriyê dikeve qonaxeke nû û krîtîk û çav li hêviya gavên nû ne.
Piştî hevdîtina şandeya DEM Partiyê ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re, niha çav li ser wê yekê ne ku Komîsyon here Îmraliyê û pêşniyarên Abdullah Ocalan wergire.
Di heman demê de, amadehiya yasayên nû jî didome.
Piştî biryara PKKyê ya vekişîna ji Tirkiyeyê, pêvajo her ku diçe zêdetir li ser bingeheke saxlem rûdine.
Şandeya DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Erdogan re ragihand ku civîn di atmosfereke gelekî erênî de derbas bûye û ev yek ji aliyê serokkomariyê ve jî hat piştrastkirin.
Nîşaneya herî girîng a vê qonaxa nû, daxuyaniyên Serokê MHPyê Devlet Bahçelî bûn.
Bahçelî bi awayekî eşkere piştgirî da ku komîsyonek here Îmraliyê û bi vê yekê re êdî ti astengên siyasî li pêşiya serdanê neman.
Tê payîn ku di rojên pêşiya de komîsyoneke kji parlamenteran pêk tê here Îmraliyê û bi Ocalan re bicive.
Ev pêngavên siyasî, di heman demê de bi amadehiyên yasayî re bi hev re dimeşin.
Wezareta Dadê li ser qanûnên nû dixebite ku hem ji bo endamên PKKyê yên ku “sûcên wan ên din nebin” û hem jî ji bo girtiyên siyasî rê li ber çareseriyekê vekin.
Tê gotin ku ji bo ku girtiyên Cemaeta Gulen sûdê jê wernegirin, yasayeke taybet a mîna ya serdema Şêx Seîd di rojevê de ye.
Devlet Bahçelî: MHP amade ye beşdarî şandeya Îmraliyê bibe
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî di axaftina xwe ya dawî de piştgiriyeke xurt da şandina komîsyonekê û got:
“Eger hinek parlamenterên ku di nava Komisyonê de cih digirin bên hilbijartin û biçin li Îmraliyê peyamê ji destê yekem wergirin, ew dê pêvajoyê bihêztir bike. MHP amade ye ku beşdarî vê şandeyê bibe.”
M. Emîn Ekmen: Heta pêşniyarên şênber neyên, em dê bersivê nedin
Alîkarê Serokê Giştî yê DEVAyê M. Emîn Ekmen bi awayekî bi guman nêzîkî daxuyaniyên Bahçelî bû û biland:
“Carinan Ocalan xwe vedikişîne cihekî ew qasî mînîmal ku tu çi bibêjî tu li pêş dimînî. Carinan Bahçelî tiştên ew qasî pêşverû dibêje, tu çi bibêjî tu yê li paş bimînî.
Ji ber wê, heta ku bi awayekî şênber ji me re nebêjin bi filan rêbazê, bi filan şandeyê hûn dê hevdîtinekê bikin yan na, em dê wê demê bersivê bidin.”
Alî Kenanoglu: Divê qonaxa duyem dest pê bike
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Alî Kenanoglû jî bal kişand ser hewcedariya gavên yasayî û got:
“Piştî vekişîna PKKyê, di peyamên desthilatê de em dibînin ku êdî pêdivî bi derbasbûna qonaxa duyem heye û divê yasayên vê pêvajoyê bên derxistin.
Ew jî êdî vê yekê dibêjin û qebûl dikin. Em li benda wê ne ku bêyî Şandeya Îmraliyê, Komisyon jî biçe û bi Ocalan re hevdîtinekê pêk bîne.”
Îhsan Aktaş: Atmosfereke nermtir dest pê dike
Serokê Şirketa Lêkolînan a GENARê Îhsan Aktaş jî rewşa giştî wiha nirxand:
“Serokkomarê me jî û Birêz Bahçelî jî dibêjin eger teror tunebe, ti meseleyên ku neyên gotûbêjkirin nînin.
Bi taybetî mijara geşta azad a ji bo Ewropayê jî di rojevê de ye. Him di warê terorê de, him jî di mijarên din de, bi ya min atmosfereke nermtir dest pê dike.”