Yekîtiya Ewropayê bi rapora xwe Tirkiye rexne kir
Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, Rapora Tirkiyeyê ya sala 2025an weşand û amaje pê kir ku tayînkirina qeyûman "demokrasiya herêmî lawaz kiriye".
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê jî rapor red kir û wekî "alîgir û bêbingeh" bi nav kir.
Komîsyona Yekîtiya Ewropayê di rapora xwe de destnîşan kir ku dilgiranyên derbarê serxwebûna darazê didomin û fikarên li ser xirabûna standardên demokratîk, serweriya yaseyê û rêzgirtina li mafên bingehîn nehatine çareserkirin.
Komîsyonê diyar kir ku Tirkiyeyê di pêvajoya reforman de bipêşketineke sînordar bi dest xistiye û bang lê kir ku lihevhatina bi Yekîtiya Ewropayê re bihêz bike.
"Demokrasiya herêmî lawaz bûye"
Komîsyona Yekîtiya Ewropayê di raporê de bi taybetî li ser van xalan rawestiya:
Zexta li ser mixalefetê: Zexta zêde ya darazê ya li ser siyasetmedarên mixalefetê, bi astengkirina rikeberiya siyasî re, prensîbên bingehîn ên demokratîk lawaz kirine.
Sîstema serokatiyê: Di sîstema serokatiyê de, ji bilî hilbijartinan, mekanîzmayên hevsengî û kontrolê yên bibandor ji bo berpirsyarkirina hikûmetê nînin.
Birêvebiriya siyasîbûyî: Birêvebiriya giştî zêde siyasî bûye û piraniya saziyên rêziknameyê rasterast bi Serokatiyê ve hatine girêdan.
Qeyûm: Darizandin û dûrxistina ji kar a şaredarên mixalefetê yên ku hatine hilbijartin û tayînkirina qeyûman li şûna wan, demokrasiya herêmî lawaztir kiriye.
Tirkiye raporê red dike
Piştî weşandina raporê, Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê daxuyaniyek belav kir û naveroka raporê red kir.
Wezareta di daxuyaniyê de got:
"Em îdiayên alîgir, pêşdaraz û bêbingeh ên di Rapora Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ya Tirkiyeyê de yên derbarê darazê, mafên bingehîn û pêşhatên siyasî yên navxwe red dikin."