Stenbol (Rûdaw) - Rojeva medyaya Tirkiyê ya îro 04.12.2017ê doza Riza Sarraf, îdia û tohmetbarkirinên di navbera CHP û AK Partiyê de û herwiha daxuyaniya Berdevekê berê yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Telal Silo ye.
Îdia li ber guhê hev dikevin
Alozî û germ û gurahiya di rojeva Tirkiye de bi îdia, tomet û gefên nû her kûr dibe. Siyaset û û rojeva Tirkiye bi îdia û tometên herî giran ên dîroka vî welatî dihêje.
Pêşî îdia û belgeyên ku Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû eşkere kirin û pişt re jî îtirafên Riza Sarraf berdewam in ku Tirkiye pê biçelqe. Herwiha îdiayên nû jî berdewam dikin.
Îdiayên pêşî ên nû ji aliyê CHPê ve hatin. Rayedarên CHP dibêjin emê roja sêşemê belgeyên nû eşkere bikin û bombeya mezin hîna nû dê biteqe. Li aliyê din îtirafên Riza Sarraf jî berdewam dikin û hevkariya wî ya li gel dozgerê Amerîkayê rûçikên xwe li xaka Tirikye berdide.
Siyasetmedarên Tirkiye jî destpê kirine ku gotarên cihê û ragêş li ser vê mijarê bidin. Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu gotarek balkêş pêşkêş kir. Li aliyê din Serokomarê Tirkiyê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan bi îdiayeke nû bala herkesî kişand ber bi aliyekî din ve. Erdogan dibê hin karsaz hewl didin da ku serwetên xwe derxin derveyî Tirkiye.
Li ser televizyon û rojnmeyên Tirkiye jî bi temamî ew mijar desteser in. Medya ya Tirkiye bi temami manşetên xwe li ser van babetan danîne û di nava civakê de jî cihê nirx û nîqaşan heman babet in.
Karsaz hewl didin serwetên xwe derxin derve
Recep Tayyip Erdogan li Agirî û Mûşê beşdarî kongreyên partiya xwe bû. Di gotarên xwe yên li van herdû bajaran de Erdogan bi gef û tometên li hemberî Kiliçdaroglû dest pê kir. Pişt re jî hat ser mijara Sarraf. Herwiha Erdogan îdiaya mezin wiha vegot; “ez dibihîsim û hin tişt têne guhê min da ku hin karsaz hewl didin ku mal, milk û serwetên xwe ji Tirkiye derbixin. Divê hun rê nedin vê yekê. Ew xiyanetî wataniyê ye.”
Manşetên têkildarî vê babetê:
Yenî Şafak: Navê vê xiyaneta li hemberî welêt e.
Rojnameyê ragihandiye di heman demê de ku Amerîka dixwaze bi rêbazên aborî derbê li Tirkiye bixe, Erdogan got ku hin karsaz jî xîreta wê yekê didin da ku serwetên xwe derxin derveyî Tirkiye. Erdogan got: “Ez bang li kabîneya me dikim. Divê hun bi tu awayî rêya derxistina van pereyan nedin. Ji ber ku ew, gavên xiyanetî wataniye ne.”
Milliyet: Senaryo û tevn eşkere ye
Rojnameya Milliyetê nivîsandiye: Erdogan li kongreya partiya xwe ya li Agiriyê axivî: “Senaryo diyar e tevn diyar e. Ji ber kum e serî netewand dixwazin kum e ciza bikin, bidarizînin û bê îtibar bikin. PKK ji bo vê har kirin, FETO ji bo vê bera qadê dan, DAİŞ bera me dan, heta serokê dijbeeyê jî ji bo heman armancê bikar tînin”
Posta: Hişyariya ‘Xiyanetî Wetaniye’
Di rojnameya Postê de hatiye gotin: Serokomar Erdogan got: “Ed dibîhisim ku hin karsaz hewl didin ku pereyên xwe ji Tirkiye birevînin. Divê teqez destûra vê yekê neyê dayîn.”
Yeni Birlik: Serwet revandin xiyanet e
Di manşeta Yenî Birlikê de hatiye nivîsandin: Serokomar Erdoga got ez dibihîzim ku hin karsaz xîret dikin ku sermayeyên xwe ji Tirkiye derxin. Ez ji vir bang li lijneya wezîran dikim, divê ji bo derketina van hun ebed destûrê nedin. Ji ber ku ew, gavên xiyanet-î wetaniye ne.
Vatan: Hewldana revandina pereyan heye
Rojanameyê ragihand: Erdogan eşkere kir ku hin karsaz hewl didin pereyên xwe derxin ji Tirkiye û got divê lijneya wezîran teqez destûra vê yekê nede.
Mîllî Gazete: Karsaz di hewla revandina sermayeyê de ne
Milat: Senarîst Amerîka ye
Di manşeta Milatê de hatiye nivîsandin: Erdogan got tê xwestin ku bi tifaqa Amerîka û FETOyê serê Tirkiye bê tewandin û pê de çû: “Ji duriya bi hezaran kîlometreyî, DAIŞ, PKK û FETOyê bera Tirkiye didin. Zatê li ser hixaneta esasî jî ji bo vê bikar tînin.”
Diriliş Postasi: Va ye Sedemên Tevnê
Rojnameyê manşeta xwe ya daniye: Amerîka ya ku kadroyên xwe yên FEOTOyê tasfiye bûn, li derveyî maseya Sûriye ma, hevkariya wê ya bi terorê re tescîl bû, hewla perçekirina Tirkiye û Iraqê da, li Tirkiye derb li ser derbê xwar. Amerîka ya ku her wenda dike, weke hemleya dawîn a li hemberî Tirkiye bi hevkariya FETOyê vê carê ji bo derxistina krîza aborî tevna Zarraf ya deqûdolaban xiste meriyetê.
Reza Sarraf û îdiayên nû
Doza Riza Sarraf karsazê Îranî li Amerîkayê berdewam dike. Heta niha Sarraf berdewam dike ku li hemberî Tirkiye îdiayên giran û tometên bersûcane bi dadgehê re parve bike. Siyasetmedarên partiya desthilat dibêjin Sarraf li wir dîl hatiye girtin û ew di binê gefan de van gotinan dibêje. Li aliyê din li Tirkiye jî dewletê dest danî ser şîrketên Riza Sarraf. Lê eşkere bû ku Sarraf beriya ku biçe Amerîkayê şîrketên xwe tehliye kirine û tenê avahiyên vala li holê ne. Li aliyê din îdia ew e ku di çarçoveya operasyonê de hatiye tespîtkirin da ku Sarraf plana wê yekê dike da ku piştî darazê li Dûbaiyê bi cî bibe.
Manşetên têkildarî vê babetê:
Hurriyet: Plana veşartî ya Riza ji bo Dûbaî
Rojnameya Hurriyetê derbarê doza Riza Zarrab de wiha nivîsandiye: Xebatkarên Riza Sarraf ê ku dewletê dest danî ser milkê wî jî hatin destgîrkirin. Di çarçoveya operasyonê de destnivîseke Sarraf hate bidestxistin û eşkere bû ku ew plana Dûbaiyê dike da ku piştî darazê li wir bi cî bibe.
Sabah: Plana Dûbaiyê ya Sarraf bi DYAyê re
Rojnameya Saba derbarê vê mijarê de ragihandiye: Eşkere bû ku Riza Sarraf bi dadgeha li New Yorkê re di nava wê bazariyê de ye da ku dema derket yan jî cezayekî sivik wergirt, destûra wî bê dayîn da ku li Dûbaî bi cî bibe.
Star: Me plana revandina serwetê têk bir
Bir Gûn: Doza Sarraf doza AKPê ye
Derbarê heman mijarê de rojnameya Birgunê jî nivîsandiye: Prof. Îbrahîm Kaboglû got, “Ji bo dozên ku li hemberî me têne vekirin dibên ‘Heysiyeta Tirikye’ lê heysiyeta Tirkiye bi doza Sarraf tê genîkirin.”
Ahmet Davutoglu: Bila bertîlxwar bêne darizandin
Di vê navberê de siyasetmedarên kevn û nû jî destpê dikin ku li ser doza Sarraf gotarên balkêş pêşkêş bikin. Serokwezîrê berê yê Tirkiye Ahmet Davutoglu li Konyayê gotarek pêşkêş kir û got divê kesên ku bertîl xwarine bêne darizandin. Davutoglu dibê ger di dozên Fetullah Gulen de xeletî hebin jî bêne duristkirin. Gotara Davutoglu ji aliyê hin şirovekarên siyasî û qunciknivîsan ve weke, ‘derza di nava AKPê de’ tê şirovekirin.
Korkusuz: Ger kî ji berjewendiya xwe fikirî be, bertîl xwaribe divê hesap jê bê pirsîn
Belgeyên Kiliçdaroglu
Şerê di navbera Erdogan û Kiliçdaroglu de jî kûr û gur dibe. Piştî îdiayên Kiliçdaroglû ên di derbarê malbata Erdogan de, tometên giran berdewam dikin ji herdû aliyan ve. Erdogan ji bo Kiliçdaroglu dibêje ‘Serokê Xiyaneta Esasî’. Herwiha him Erdogan û him jî hemû endamên Ak Partiyê gotin ew belgeyên ku Kiliçdaroglû eşkere kirine tev sexte ne û ger ne sexte ne bo çi wan nade dozger. Herwiha ji aliyê CHPê ve jî behsa ‘bombeyên nû’ tê kirin. Cîgirê Serokê CHPê Ozgûr Ozel got emê bombeya esasî roja sêşemê biteqînin. Xuya ye ku Kiliçdaroglû di gotara xwe ya komcivînî de belgeyên nû eşkere dike. CHP amadehiyan dike ku pişt re jî hemû belgeyan teslîmî dozgeran bike.
Yurt: Bombeya Esil Roja Sêşemê
Rojnameya Yurt li ser vê mijarê wiha gotiye: Mohleta ku Kiliçdaroglu dabû AKPê roja sêşemê bi dawî tê. Cîgirê Serokê CHPê Ozel, “Heke heta roja sêşemê AKP wê yekê eşkere neke bê ka kê agahiyên dewletê dane Sarraf ê ku sîxurtiya welatên din dike, emê bombeya mezin roja sêşemê biteqînin”
Îtirafên Talal Silo
Li ser hemû rojnameyan nuçeyeke ku di laperên yekê de hatiye bikaranîn û hin rojnameyan jî weke manşet bikar anî ye, li xwe mikurhatina Berdevkê berê yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Telal Silo ne.
Li gorî medya Tirkiye, Silo gotiye ku Amerîkayê soza gihîştina Behra Spî daye Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD).
Guneş: Qey dê hesabê vê neyê pirsîn?
Rojnameyê Guneşê hevpevîna Telal Silo xist pêş û ragihandiye: Pêwendiyên qirêj yên Amerîkayê bi rêxistinên terorî re, bi îtirafên berdevkê berê yê PYDê piştrast bûn. Eşkere bû ku, Washington a ku digot ez bi DAIŞê re şer dikim, bi DAIŞê re bazirganiya petrolê kiriye û çekên ku dane PYDê jî, ji bo êrîşa xwe ya li hemberî Tirkiye di depoyên xwe de vedişêre.
Demirtaş ji nû ve...
HDP biryara xwe ya di derbarê Demirtaş de da. Li gorî biryara partiyê, Demîrtaş di 3.Kongreya Asayî de careke din weke namezêdê hevserokatiyê tê nîşandan.
Rapirsî
Nûnerê KONDAyê Bekîr Agirdir ragihand ku rêjeya dengên AKP ê daketine binê 38 ji sedî û got AKP ji alîgirên xwe kêm dibe. Herwiha Agirtir dibê îxtimal e ku MHP û İYİ Partî nikarin bikevin parlemenê lê HDP bendê derbas dike.
Li aliyê din xwediyê Kompaniya Gezîcî jî dibê AKP û MHP bi hev re jî nikarin ji sedî 51ê dengan bidest bixin.
Doza Akademisyanan
Dozên akademisyenên ku ji bo îmzekirina belavoka aştiyê ji kar hatibûn avêtin destpê dikin.
Agbaba: Dibe ku Erdogan CHPê bigire
Cîgirê Serokê CHPê Velî Agbaba îdia kir ku egeriya wê yekê heye da ku Erdogan partiya wan ango CHPê bigire. Wî got, eger ew tiştekî bi Kiliçdaroglu bike emê Tirkiye li serê wî bikin xeleq.
(A.B)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse