Li Antalyayê erdhej çêbû
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Antalyayê ya Tirkiyeyê bi hêza 4,6 pileyan erdhejek çêbû.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Gazîpaşayê ya Antalyayê erdhej çêbû.
Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 12:09an çêbûye û hêza wê 4,6 pile bûye.
AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 32,69 kîlometre bûye.
Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.