Numan Kurtulmuş: Qeydên hevdîtina Îmraliyê dê werin eşkerekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş li ser serdana Komîsyonê ya Îmraliyê axivî û got, “Tiştê girîng ew e ku xalên sereke yên axaftinên li wê derê bi Komîsyonê re bên parvekirin. Qeydên wan hevdîtinan di destê MÎTê de ne.”
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş beriya civîna Komîsyonê daxuyanî da.
Li gorî nûçeya Milliyetê, Kurtulmuş diyar kiriye ku di serdana Şandeya Komîsyonê ya Îmraliyê de çarçoveya giştî nehatiye guhertin.
"Ne federasyon, ne zimanê fermî"
Kurtulmuş çarçoveya hevdîtinê û şertên dewletê wiha rêz kirin:
“Bêyî daxwazên wekî federasyon, dewleteke cuda û konfederasyonê, bêyî ku nîqaş li ser çar madeyên ewil ên destûrê bên vekirin û bêyî ku daxwaza zimanê Kurdî bibe zimanê fermî were rojevê, daxwazên welatiyên me yên Kurd bi standartên demokratîk ên bi pêşketî bên pêşwazîkirin.”
"Qeydên Îmraliyê di destê MÎTê de ne"
Numan Kurtulmuş li ser hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ev agahî dan:
"Parlamenterên ku çûne Îmraliyê dê çavdêrî û notên xwe ji komîsyonê re vebêjin. Ya girîng ew e ku xalên sereke yên axaftinên li wê derê bi komîsyonê re bên parvekirin.
Heta niha tiştekî veşartî ji raya giştî nehatiye kirin, ev hevdîtin jî dê veşartî nemîne.
MÎT ji xwe girtenameyên têkildarî hevdîtinên li wê derê digire. Ew qeyd di destê MÎTê de ne."
Kurtulmuş diyar kir ku çavdêriya parlamenteran ew e ku hevdîtineke "gelekî erênî û avaker" pêk hatiye û got:
"Nêzîkatiyeke wisa heye ku ji tiştên wekî ‘fikrên Îmraliyê’ tên nîşandan gelekî bi pêşdetir e, avakertir e, aştiyê dixwaze û dixwaze ev kar bi dawî bibe.”
"Me gavên xwe avêtin"
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê destnîşan kir ku divê rêxistin (PKK) pêngavên danîna çekan bidomîne û got:
"Heta niha baş hat lê pêvajoya ji niha pê ve pêvajoya herî bi rîsk e. Divê kes bi helwesteke ku berjewendiyên partî yan koma xwe dixe pêş tevnegere.
Divê were tesbîtkirin ku rêxistinê bi hemû hêmanên xwe ve çek daniye û dev ji çalakiyên rêxistinî berdaye.
Lazim e were dîtin ku li Sûriyeyê jî bi birêvebiriya nû re di nav entegrasyonekê de cih digire.
Divê rêxistin bêyî ku demê winda bike sozên dane pêk bîne.
Me pêngavên xwe avêtin. Piştgiriya welatiyên me heye. Divê pêşiya kar neyê girtin."