Numan Kurtulmuş: Ocalan federasyon nexwestiye
Enqere (Rûdaw) - Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê civîna xwe ya dawî pêk anî.
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand ku Ocalan daxwaza federasyon û zimanê fermî nekiriye.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê jî xwest ku naveroka hevdîtinê bi temamî were eşkerekirin.
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê li Parlamentoya Tirkiyeyê 19emîn civîna xwe li dar xist.
Li gorî daxuyaniya Serokê Parlamentoyê, ev civîn civîna dawî ya Komîsyonê bû.
Di civîna dawî de endamên Komîsyonê yên ku çûn Îmraliyê û Ocalan ziyaret kiribûn derbarê hevdîtinê de agahî da Komîsyonê û di heman demê de behsa raporên komîsyonê jî hat kirin.
"Em dê encaman pêşkêşî Lijneya Giştî ya Parlamentoyê bikin"
Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş li ser xebatên Komîsyonê agahî dan û wiha got:
"Me heta niha xebata xwe bi hesasiyet û fedakariyê meşand û em gihiştin vê astê.
Ji niha û pê de êdî wekî qonaxa dawî çend karên me mane, em dê wan jî bikin û em dê encamên xebata xwe pêşkêşî Lijneya Giştî ya Parlamentoyê bikin."
Kurtulmuş: Ocalan daxwaza federasyonê nekiriye
Serokê Parlamentoyê beriya civîna Komîsyonê ragihand ku di hevdîtina bi endamên şandeyê re Abdullah Ocalan daxwazên wekî federasyon, dewleteke cuda û konfederasyonê nekiriye û daxwaza "bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî" jî neaniye zimên.
DEM Partî: Girtenameyan eşkere bikin
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê jî bersiv da daxuyaniyên Kurtulmuş û xwest ku naveroka hevdîtinê bi temamî were eşkerekirin.
Ayşegul Doganê di berdewamiyê jî de got,"Em dixwazin tiştên ku li Girava Îmraliyê bi Birêz Ocalan re hatine axaftin, xal bi xal û vekirî bi raya giştî re bên parvekirin.
Dê çawa bê parvekirin? Pêwîst e Komîsyon biryarekê bide.
Çi hatibe nivîsandin, çi hatibe tomarkirin, çi di destê wan de heye bila eşkere bikin.
Hûn dizanin hinek tişt ji raya giştî re hatine eşkerekirin, hinek tiştan em jî dizanin."
Li gorî agahiyan, partiyan amadehiya raporên xwe qedand û dê di demeke nêzîk de pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê bikin.