Steinmeier û Erdogan civiyan: Sûriye û Îsraîl hatin gotûbêjkirin

 Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier çû Enqereyê û bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re civiya.

Di civînê de rewşa Sûriye û Îsraîlê hat gotûbêjkirin.

Di çarçoveya serdana xwe ya Rojhilata Navîn de, Serokkomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier li Enqereyê bû.

Piştî civînê her du serokkomaran daxuyaniyeke hevbeş da çapemeniyê.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku wan rewşa Sûriyeyê gotûbêj kiriye û anî ziman:

“Em hêvîdar in ku Almanya dê piştgiriya avakirina Sûriyeyê bike.”

Erdogan da zanîn ku ew dê di mijarên herêmî yên wekî pêşhatên li Sûriyeyê, rewşa dawî ya Xezeyê û şerê li Ukraynayê de bi Almanyayê re hevkariyê bikin.

Serokkomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier di daxuyaniya xwe de got:

“Divê hemû beşên civaka Sûriyeyê beşdarî pêvajoya avakirinê bibin û welatiyên Sûriyeyê yên li derve jî karibin vegerin welatê xwe.”

Steinmeier dê Çiriya Paşîn a 2024an biçûya serdana Erebistana Siûdî lê ji ber aloziyên di Hikûmeta Almanyayê de serdana xwe bi paş xistibû.

Wî 2yê Sibatê bi serdana Erebistana Siûdî dest bi bernameya xwe ya Rojhilata Navîn kir.

Hat zanîn ku Almanya dê 23yê Sibatê hilbijartinên pêşwext pêk bike û mijara koçberên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji bo hemû aliyan mijareke girîng e.