HAT NÛKIRIN - Amedspor: Yarîzanên Bursasporê êrîşî yarîzanên tîma me kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê ragihand ku li parêzgeha Bursayê yarîzanên wan li yarîgehê rastî êrîşa yarîzanên Bursasporê hatine.

Amedspor li ser hesaba xwe ya Twîtterê beriya ku lîstika wan a bi Bursasporê destpê bike dîmen parve kirin û dibêje, “Tîma me ya ku ji bo lîstika li beramber Bursasporê derket stadyumê rastî êrîşa yarîzanên Bursasporê bûn.”

Di dîmenê ku Amedsporê belav kiriye de dengê fîşekan tê bihîstin, lê zelal nebûye gelo hêzên ewlekariyê teqe kirine yan kes û alîgirên Bursasporê yan jî fîşekên hewayî ne.

Şeva borî jî li gor dîmenên li ser medya civakî hatine belavkirin, hejmarek alîgirên Bursasporê li ber otela ku yarîzanên Amedsporê lê dimînin kom bûbûn û slogana “Yê dibêje ez Tirk im, çiqas bextewer e” bilind kiribûn.