Dema civîna DEM Partî û CHPyê diyar bû
Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partî dê di çarçoveya hevdîtinên pêvajoya çareseriyê de 10ê Adarê CHPyê ziyaret bike.
DEM Partî îro bi beşdarbûna her du hevserokan Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari û parlamenter û hevserokên şaredariyên li Enqereyê civiya.
Mijara sereke ya civînê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bû.
DEM Partiyê di civînê de biryar da ku dê biçe serdana partiyên siyasî û di vê çarçoveyê de dê civîna yekem bi CHPyê re be.
Li gorî agahiyan, DEM Partî dê 10ê Adara 2025an bi Serokê CHPyê Ozgur Ozel re bicive.
Dema hevdîtinên DEM Partiyê yên bi partiyên din re nehatiye eşkerekirin.
DEM Partî dê partiyên siyasî ziyaret bike û derbarê pêvajoya çareseriyê de zanyariyan bide wan û piştgiriyê bixwaze.
Eger heye di demên pêş de li Parlamentoya Tirkiyê ji bo pêvajoya çareseriyê komîsyonek bê avakirin.