Beştaş: Bêyî ku agahiyê bidin xizmên min, ew kirin endamên AKPê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîla Grupa HDPê Meral Daniş Beştaş ragihand ku bê xebara xizmên wê AKPê ew wek endamên xwe tomarkirine û belgeya vî tiştî jî di destê wê de.

Serokwekîla Grupa HDPê Meral Daniş Beştaş 5ê Nîsana 2023an li parlamentoya Tirkiyê li ser endamtiya welatiyan ya bê agahî axivî.

Beştaş belgeyên endambûna AKPê nîşan da û got beşek zêde ji xizmên wê yên nêzîk bê ku agahiya wan hebe wek endamên AKPê hatine tomarkirin û hişyarî da welatiyan ku li e-Dewletê rewşa xwe kontrol bikin.

Meral Daniş Beştaş wiha got “Piraniya wan karmend, dikandar, pizîşk û parêzer in. Min pirsî ku çend kes in û min got tenê dudiyan bişînin. Niha ligel min 10 belgeyên din jî hene. Dibêjin dema wan e-Dewlet kontrol kiriye dîtine ku bûne endamên AKPê, lê xebara wan nîne û ew bixwe nebûne endamên AKPê. Em dizanin desthilat di xesipkirina îradeya gel de çiqasî jêhatiye. Ji qeyyûman, ji parlamenterên rehîne û serokşaredaran dizanin ku dijî îradeya gel rêza wan nîne. Niha jî hun dixwazin bi endambûnê, îradeya gel tûne bihesibînin. Hun wiha difikirin eger hun wan bikin endam dê dengê xwe bidin partiya we. Hun dê çi bidest bixin. Bi rastî jî belengaziyeke mezin e.”