Li Tirkiyê sala 2022ê 30.300 zarokan cezayê girtîgehê wergirtine
Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 15 hezar û 407 zarokên ku cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn bi sîstema “serbestiya bi kontrol” tên şopandin.
Li Tirkiyê ligel zêdebûna tawan û hejmara girtiyan hejmara zarokên girtî jî zêde dibe. Li gor amarên Wezareta Dadê ya Tirkiyê, sala 2022ê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 101 hezar û 635 zarok hatine darizandin û cezayê girtîgehê li 30 hezar û 300 zarokan hatiye birîn.
Hejmara zarokên bi sîstema “serbestiya bi kontrol” tên şopandin, ku destpêka sala 2022ê 13 hezar 500 bû û dawiya salê gihişte 15 hezar û 407 zarokan. Herwiha 5 hezar û 601 zarok jî xwendina xwe di girtîgehê de berdewam dikin.
Li gor rapora “Girtîgeh Zarok” a Cîgira Serokê CHPê Gulizar Biçer Karaca, hinek pirsgirêkên zarokên di girtîgehan de wiha ne:
-Girtîgehên zarokan rewşa psîkososyal a zarokan û pêwîstiyên zarokan dabîn nake.
-Rewşa girtîgehên zarokan û girtina wan, dibe sedeme ku zarok mafê xwe yê zaroktiyê nikaribin bikar bînin.
-Rêbazên bicihkirina cezayan dibe sedema wê yekê ku zarok wek mezinan bên cezakirin.
Li gor salan hejmara zarokên ku cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn:
- 2018:36.692
- 2019:36.623
- 2020:24.586
- 2021:36.235
- 2022:30.300