Sebahat Tuncel hat desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê, li seyraneke ku bi wesîleya rojbûna Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan hatibû organîzekirin, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel jî di nav de 4 kes hatin desteserkirin.

Platforma Saziyên Demokratîk bi helkefta rojbûna 77an a Ocalan, li berava deryayê yê Kanaryayê seyranek li dar xist.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), ji berê sibehê ve gelek jin, zarok û ciwan ji bo seyranê çûn berava deryayê.

Midaxeleyî sifreyan kirin

Tevî dorpêça polîsan jî welatiyan li berava deryayê sifreyên xwe danîn.

Lê belê piştî demekê polîsan midaxeleyî seyranê kir û li gelek kesan dan.

Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sebahat Tuncel jî di nav de 4 kes hatin desteserkirin.

Di dema midaxaleyê de polîsan pê li sifreyên ku hatibûn danîn kir.

Ji ber tundiya polîsan zarokên li qadê tirsiyan û giriyan.

Piştî ku welatiyan bertekeke tund nîşanî vê rewşê da, hêzên ewlehiyê neçar man ku ji qadê vekişin.