Erdogan: Yekîtiya Ewropayê Tirkiye ji maseya dan û standinan dûr xist
Enqere (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku Yekîtiya Ewropayê Tirkiye ji maseya dan û standinan dûr xist lê "Qibrisa Rûman" kir endam.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, piştî civîna kabîneya wezîran a roja duşemê ya li Enqereyê daxuyaniyek da.
Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe de rexneyên tund li Yekîtiya Ewropayê (YE) girtin û diyar kir ku ew ji salên 50î yên sedsala borî ve li benda endamtiyê ne.
Wî anî zimên ku Yekîtiya Ewropayê her tim hewl daye ku Enqereyê ji maseya dan û standinan dûr bixe.
"Yunanistan bi hêsanî bû endam"
Erdogan bi bîr xist ku Yunanistanê gelekî piştî Tirkiyeyê daxwaza endamtiyê kiriye lê bi awayekî gelekî hêsan bûye endam.
Serokkomarê Tirkiyeyê qala berfirehbûna Yekîtiya Ewropayê ya sala 2004an kir û got:
"Sala 2004an Yekîtiya Ewropayê pêngava herî mezin a berfirehbûnê da destpêkirin.
Wan 10 welat wekî endam qebûl kirin lê Tirkiye di nav wan de nebû.
Mixabin Birêvebiriya Rûm a Qibrisa Başûr jî di nav wan de bû."
"Me bi sebir berdewam kir"
Erdogan destnîşan kir ku wan ew qebûl nekirin û wiha pê de çû:
"Me wekî Tirkiyeyê ew hemû biryarên şaş û neheq hezm kirin û em bi sebir rêya xwe meşiyan."
Her çi qasî Yekîtiya Ewropayê dibêje “Ji ber kêmasiyên di pîvan û standardan de em bersiveke erênî nadin Tirkiyeyê” jî Erdogan ev yek red kir.
Erdogan li ser pêvajoya dan û standinan a ku paşê dest pê kiribû jî axivî û got:
"Di wan dan û standinên ku 3yê Çiriya Pêşîn a 2005an dest pê kir û di yên piştî wê de jî me erkên li ser milê xwe bêkêmasî bi cih anîn."