Bahçelî ji bo Ocalan statuyek pêşniyar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ragihand ku gotûbêjkirina statuya Abdullah Ocalan girîng e.

Bahçelî li ser mijara "statuya Ocalan" pêşniyar kir ku ev “Koordînatoriya Pêvajoya Aştî û Siyasîbûnê” be û Ocalan di bin pênaseyekê de bixebite.

Devlet Bahçelî îro di civîna Koma MHPyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî.

Di rojeva Bahçelî de pêvajoya çareseriyê û mijara Abdullah Ocalan hebû.

Bahçelî diyar kir ku pêvajoya niha projeyeke paşerojê ye û ji bo "bipêşketina Tirkiyeyê" gelekî girîng e.

"Ne bazarkirinê bi rêxistinê re ye"

Serokê MHPyê di axaftina xwe de bal kişand ser armanca pêvajoyê û got:

“Tirkiyeyeke Bêteror ne teslîmiyet e û ne bazarkirina li gel rêxistina terorê ye.

Tirkiyeyeke Bêteror mijareke jiyanî û girîng e.

Ev yek bihêzkirina biratiyê ya li her bosteke Anatolyayê ye.”

Pêşniyara statuya nû ji bo Ocalan

Bahçelî careke din qala statuya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan kir û ragihand ku ji bo wan gotûbêjkirina pozîsyona Ocalan girîng e.

Bahçelî xwest ku Rêberê PKKyê di bin navekî de erkê xwe bi cih bîne.

Wî ji bo statuya Ocalan pêşniyara navê “Koordînatoriya Pêvajoya Aştî û Siyasîbûnê” kir.

Xebatên li parlamentoyê

Serokê MHPyê anî zimên ku dê di qada qanûnî de jî gav bên avêtin û wiha pê de çû:

“Di rêzê de sererastkirinên siyasî û hiqûqî hene.

Xebatên yasadanînê yên li parlamentoyê dê bileztir bibin.

Pêşniyar dê werin nirxandin û ji hemû partiyan dê pêşniyarên madeyan bên wergirtin.”

"Divê ev valahî were tijekirin"

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî li ser şertên pêvajoyê û statuya Ocalan axaftina xwe wiha domand:

"Wekî ku me berê jî gotibû, gotûbêjkirina statuya Abdullah Ocalan gelekî girîng e.

Eger em wekî ku ev mijar nîne tevbigerin, ne pêkan e ku ev pêvajo bi awayekî saxlem bidome.

Eger em dixwazin pêvajo berdewam bike û hêvî dikin ku banga me bi cih were, divê ev yek bi awayekî eşkere were nirxandin.

Piştî fesihkirina hemû pêkhateyên rêxistinê û radestkirina çekan, divê ev mijar di çarçoveya pîvanên yasayî, siyasî û wijdanî de bê nirxandin.

Banga ji bo mixalefetê

Eger mijar ewlehî û paşeroja Tirkiyeyê be, em nikarin rê bidin bertekên ji nişka ve û bertekên hestyarî.

Em nikarin guh bidin qerebalixiya medyaya civakî, hikmên siyasî, qîrîna bêbingeh a mixalefetê û nezelaliyan.

Eger valahiya statuya Abdullah Ocalan hebe, pêwîst e ew valahî were tijekirin.

Divê ev yek bi awayekî ku di berjewendiya Komara Tirkiyeyê de be û xizmeta armanca 'Tirkiyeyeke Bêteror' bike, bê nirxandin.

Di vî warî de, navê wê mekanîzmaya ku divê bê avakirin çi dibe bila bibe."