Tuncer Bakirhan bangî Erdogan kir: Em bi hev re dîrokê binivîsin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ji bo pêvajoya aştiyê bangî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kir û got, "Em bi hev re dîrokê binivîsin."

Tuncer Bakirhan îro di civîna koma partiya xwe de li Parlamentoya Tirkiyeyê axivî û behsa pêvajoya çareseriyê kir.

"Qeyûm û pêvajo bi hev re nabin"

Tuncer Bakirhan rexne li siyaseta hikûmetê girt û diyar kir ku domandina qeyûman zererê dide baweriya bi pêvajoyê.

Bakirhan got, "Neavêtina gavên yasayî û betalnekirina qeyûman di pêvajoyê de bêbaweriyê çêdikin.

Li aliyekî pêvajo û li aliyê din qeyûm û cezayên zindanê ji aliyê civakê ve nayên qebûlkirin."

Ji bo Ocalan daxwaza statuyê

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê jî wekî Serokê MHPyê Devlet Bahçelî behsa statuya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan kir.

Bakirhan got, "Zelalkirina rewşa hiqûqî û baştirkirina şertên fîzîkî yên Birêz Abdullah Ocalan ku aktorekî herî krîtîk ê pêvajoyê ye gelekî girîng e."

Li gorî gotina Bakirhan, ji bo ku pêvajo bi awayekî saxlem bi rê ve biçe baştirkirina şertên pêwendiyê û hevdîtinan ên Ocalan neçarî ye.

"Em bi hev re dîrokê binivîsin"

Tuncer Bakirhan piştgirî da gotinên Devlet Bahçelî û peyamek da Erdogan û wiha axivî:

“Pirsa Birêz Bahçelî ya derbarê statuya Ocalan de dîrokî ye.

Ev pirs li holê rawestiyaye û hîn jî li hêviya bersivê ye birêz desthilat.

Em îmzeya xwe diavêjin bin wan gotinên Birêz Bahçelî yên ku di civîna koma xwe de ji bo gavên yasayî û statuyê kirin.

Birêz Erdogan gotibû, kesên ku pêvajoyê bigihînin encamê dê di dîrokê de cih bigirin.

Em jî dibêjin, dê dîrok kesên bicesaret binivîse.

Birêz Erdogan werin em bi hev re dîrokê binivîsin.”