TUÎK: Xwekuştinên li Tirkiyeyê gihîştine asteke metirsîdar

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK), hejmara kesên ku dawî li jiyana xwe tînin zêde dibe.

Sala 2016an 3 hezar û 193 kesan dawî li jiyana xwe anîbû lê ev hejmar sala 2024an bûye 4 hezar û 460 kes.

Pispor destnîşan dikin ku pirsgirêkên aborî û civakî sedemên sereke yên xwekuştinê ne.

Gihîştiye asteke metirsîdar

Amarên TUÎKê yên li ser tenduristiya derûnî ya civakê guherînên girîng nîşan didin.

Hejmara xwekuştinan ji sala 2021ê û pê ve 4 hezar derbas kiriye.

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), xwekuştinên ciwanên li Tirkiyeyê gihîştine asteke metirsîdar.

Di nav ciwanan de zêde ye

Li gorî amarên TUÎKê yên sala 2024an, ji sedî 13,7ê kesên ku dawî li jiyana xwe aniye di navbera 25-29 salî de ne.

Her wiha ji sedî 13,1ê wan jî di navbera 20-24 salî de ne.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê jî li ser vê yekê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê, li seranserê cîhanê xwekuştina ciwanên 15-29 salî sêyemîn sedema mirinê ye.

Ji pirsgirêkeke kesane veguheriye mijareke tenduristiya giştî

Alîkarê Seroka Komeleya Psîkologan a Tirkiyeyê Doç. Dr. Gulîn Unalê jî li ser mijarê axivî.

Gulîn Unalê destnîşan kir ku xwekuştin êdî ji pirsgirêkeke kesane veguheriye mijareke tenduristiya giştî.

Li gorî Unalê, ev rewş rasterast bi şert û mercên civakî û aborî ve girêdayî ye.

Unalê li ser sedeman got, “Xwekuştin di du qonaxan de bi rengekî berçav zêde dibe.

Di ciwaniyê de pirsgirêkên wekî bipêşketina nasnameyê, zextên akademîk û pîşeyî, bêkarî û nakokiyên di têkiliyan de derdikevin pêş.

Di pîrbûnê de jî nexweşî, tenêbûn, windakirina kesan û hesta girêdayîbûnê dibin sedemên sereke."

Rêjeya xwekuştinê di nav kesên xwende de ji sedî 120 zêde bûye

Li gorî amarên TUÎKê, sala 2024an 4 hezar û 460 kesî bi xwekuştinê canê xwe ji dest daye.

Sala 2016an, hejmara derçûyên zanîngehê yên ku xwe kuştibû 382 kes bû.

Ev amar nîşan dide ku di nav 8 salan de, rêjeya xwekuştinê di nav kesên xwende de nêzîkî ji sedî 120î zêde bûye.

Li gorî amaran rewşa xwekuştinê ya di salên dawî de wiha ye:

• 2016: 3 hezar û 193 kes

• 2017: 3 hezar û 168 kes

• 2018: 3 hezar û 342 kes

• 2019: 3 hezar û 476 kes

• 2020: 3 hezar û 710 kes

• 2021: 4 hezar û 194 kes

• 2022: 4 hezar û 218 kes

• 2023: 4 hezar û 89 kes

• 2024: 4 hezar û 460 kes

Heta 31ê Kanûna Paşîn a 2025an, nifûsa Tirkiyeyê 86 milyon û 92 hezar û 168 kes e.

Ji vê nifûsê ji sedî 11ê wê kesên ser 65 salî ne.

Her wiha ji sedî 14,9ê wê jî ciwanên di navbera 15-24 salî de ne.