Enqere (Rûdaw) – Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Colemêrgê Adil Zozanî, ragihand, tişta ku li Tirkiyê bi navê “Kemalîzmê” tê gotin beşek ji Hîtler û beşek jî ji Mosolînî pêk tê. parlamenterên CHPê li hember vê yekê nerazîbûn nîşan dan.
Îro li parlamentoya Tirkiyê, civîna yekem li ser pakêta nû ya reformên darazê hat lidarxistin.
Di nav gotûbêjan de, parlamenterê HDPê yê Colemêrgê Adil Zozanî, li ser navê partiya xwe axivî û diyar kir, nasyonalîza siyasî ya ku di bingehê Tirkiyê de hatiye danîn mîna dînamîtê ye ji ber wê jî Tirkiye ber bi perçebûnê ve bir û wiha got: “Êdî em nabêjin ku em cihêxwaz nînin.”
Adil Zozanî, li ser Ataturk û Kemalîzê jî axivî û got, li Tirkiyê tişta ku bi navê Kemalîzmê tê gotin û wek avakerê komarê tê zanîn, beşek jê ji Hîtler û beşek din jî ji Mosolînî pêk tê.
Li ser vê yekê, parlamenterên Partiya Komarî ya Gel (CHP) nerazîbûn nîşan dan û ragihandin, Zozanî heqaretê li damezirênerê CHPê Ataturk û Kemalîzmê dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse