Adem Geverî: Parlamento dê li Amedê be

Navenda Nûçeyan - Parlamentarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Adem Geverî ragihand ku wan tu niyet nîne parlamentoyekê li derveyî welêt ava bikin.


Adem Geverî duh beşdarî pexşa nûçeyan a Televizyona Rûdawê bû û got: "Eger ihtiyac kir, îradeya gelê Kurd, dê li Amedê tecelî bike."


Geverî li ser rakirina parêzbendiya parlamentarên Tirkiyê got, ew yek projeyeke da ku HDPyî ji pêvajoya siyasî bêne dûrxistin û pêşbînî dike ew bêne darizandin.


Parlamentarê parêzgeha Wanê ji Rûdawê re got ew û hevkarên wî dê mijarê bibine dadgehên navdewletî.


Liser rênedana berpirsên Tirk ku HDP li hejmarek bajarî digel gel bicive, Geverî diyar kir ku wan armanc bû dengdêrên xwe li ser mijara rakirina parêzbendiyan agahdar bikin.


Ji heftiya din ve, mîtîng û civînên HDP li bajarên wekî Izmir, Edene, Amed û Stenbolê têne qedexekirin.


Geverî waliyên Tirk ku rê nadin HDPê bi "rê ûr rêbazên neqanûnî" tometbar kir û got ew dê bêdeng nemînin û mafê xwe yê demokratîk bikar bînin.


Piştî derket holê ku ihtîmal heye Tirkiye piraniya parlamenterên HDPê bixe girtîgehan, gotegota avakirina parlamentoyeke Kurdî li derveyî welêt ketiye rojevê.


Geverî liser vê yekê got: "Nexêr, derew e. Tu haziriyeke wisa tune ye em li derveyî welat parlamentoyekê çêkin. Welatê me Kurdistan e. Siyaseta me li Tirkiyê pêk tê. Eger tiştek çêbe jî, yan li Enqeryê çêbe, an jî li payextê xwe Amedê em ê çêkin. Ne mimkun e vê saetê şûnde em derbeder bibin, penaber bibin."