Li Deryayê Egeyê erdhej çêbû
Hewlêr (Rûdaw) - Li Behra Egeyê bi hêza 4,6an pileyan erd hejiya.
Li gorî agahiyên ku li ser malpera Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) hatine weşandin, li Deryaya Egeyê saet 08:18an erdhejeke bi hêza 4,6 pileyan çêbûye.
Her wiha kûrahiya erdhejê jî 12,61 kîlometre ye.
Li gorî tesbîtan erdhej 61,27 kîlometre dûrî navçeya Gokçeadayê ya Çanakkaleyê bûye.
Hat destnîşankirin ku li gorî tesbîtên destpêkê erdhejê ti zerer negihandiye xelkê.